Rêjeya jinên rastî şîdetê tên: ji sedî 90
KAMER'ê encamên lêkoşîna li ser şîdeta li dijî jinê aşkera kir. Li gorî lêkolîna KAMER'ê, ji sedî 90 ê jinan rastî şîdetê tên.
KAMER'ê encamên lêkoşîna li ser şîdeta li dijî jinê aşkera kir. Li gorî lêkolîna KAMER'ê, ji sedî 90 ê jinan rastî şîdetê tên.
KAMER'ê encamên lêkoşîna li ser şîdeta li dijî jinê aşkera kir. Li gorî lêkolîna KAMER'ê, ji sedî 90 ê jinan rastî şîdetê tên. Weke sedema bingehîn a şîdetê, işaret bi sîstemê tê kirin. Şer, perwerde û rewşa hatineyê weke sedemên di rêza duyemîn de tên nîşandan.
Navenda Lêkolînê ya Jinê (KAMER), bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, encamên lêkolîneke xwe parve kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hevdîtin bi 400 jinan re rû bi rû hatiye kirin û li gorî encamên ji van hevdîtinan derketiye, ji sedî 90 ê jinan rastî şîdetê tên. Hat destnîşankirin ku ji ber jin nizanin bi çi rengî ji şîdetê rizgar bibin, nikarin bikevin nava tevgerê. Hat gotin ku ji sedî 40 ê jinan li şîdeta vekirî rast tên, ji sedî 50 jî li cûreyê şîdetên veşartî û nayên dîtin, rast tên.
'SEDEMA BINGEHÎN SÎSTEM E; SEDEMÊN DUYEMÎNÎ PERWERDE, HATINE, ZIMAN, ŞER...'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca herî girîng, difşkirina şîdeta nayê dîtin e û hat ragihandin, ku şîdeta li hemberî jinê pirsgirêka sîstemê ye. Li gorî encamên lêkolînê pwerde, ziman, rewşa hatine, şer û pevçûn sedemên di rêza duyemîn de cih digirin ku şîdetê zêde dikin.