Li Îzmîrê, jina bi navê E.T. a ku di dema êrîşa destavêtinê de xwe parast, bi 5 mehan cezayê girtîgehê hat cezakirin. Kesê ku dest avêt jî, ji ber "kêmaniya delîlan" beraet kir.
Li navçeya Îzmîr Menderesê, jina bi navê E.T. a ku li dibistanekê weke wezîfedara paqijiyê dixebitî, berî 4 mehan rastî destavêtina fîzîkî û devkî ya midûrê dibistanê hat. E.T. bi awayekî nivîskî giliyê midûrê dibistanê li cem Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Menderes kir. Midûriyetê ji fîrmaya taşeron a ku E.T. lê dixebitî nivîsa "Di navbera xebatkara we û Midûrê Dibistanê de pevçûn derketiye. Cihê wê yê kar biguherînin" şand û li ser vê yekê rayedarên fîrmayê dawî li karê E.T. anî.
'MIDÛRÊ DEST AVÊT JÎ GILÎ KIR'
Ji ber vê yekê E.T. bi parêzera Komeleya Piştgiriya Jinan a Îzmîrê Şenay Tavûz re giliyê midûrê dibistanê kir û xwest ji aliyê Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Navçeyê ve bi cezayê dîsîplînê were cezakirin.
Ev doza cemaweriyê ji ber sûcê "Bikaranîna bandora xwe ji bo nebaşiyê û destavêtina zayendî" hat vekirin. Li aliyê din, midûrê dibistanê jî bi hinceta ku di dema destavêtinê de E.T. 'gefa kuştinê' lê xwariye, gilî kir. Ev her du doz bûn yek.
'JI BER KÊMANIYA DELÎLAN BERAET KIR'
Di vê dozê de 3. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Menderes, bi tenê 'gefên' di dema destavêtinê de E.T. xwar nirxand û ji bo şexsê dest avêt jî bi îdîaya 'kêmaniya delîlan' biryara beraetê da. Dadgehê, bi hinceta ku E.T. 'gefa kuştinê' cezayê girtîgehê yê 5 mehan da E.T.
'EZ Ê DEST JI VÊ DOZÊ BERNEDIM'
E.T. diyar kir ku di dema destavêtinê de wê ji bo xweparastinê milê midûrê dibistanê yê dest diavêt gez kiriye û pêvajoya darizandinê vegot. E.T. ragihand ku di dema destavêtinê de midûr jê re gotiye, "Ez midûrim, tu nikare tiştekî bi min bike" û wiha axivî: "4 mehan, ji bo ku karê min ji dest neçe, min dengê xwe dernexist. Hem min gilî kir, hem jî min karê xwe winda kir. Di nava zivistanê de ez ji kar derxistin. Ez biçim kîjan dibistanê û li kar bipirsim, midûr dibe asteng. Hînê bêkar im. Û di rewşeke gelekî zehmet de me. Ez ê dest ji vê dozê bernedim û ji bo midûr bê cezakirin çi ji destê min bê ez ê bikim."