‘Jina Kurd temsîla îradeya azad e’
Jinên Kurd ên li bajarokê Erşovê dijîn bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan di civînekê de hatin cem hev.

Jinên Kurd ên li bajarokê Erşov yê girêdayî bajarê Saratovê dijîn bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan li hev civiyan. Di civînê de endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd ên li Rûsyayê Fatma Arin li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kir.
Arin di axaftina xwe de diyar kir ku jina Kurd temsîla îradeya azadiyê ye û got: “Jina Kurd li her deverê şîdeta li ser jinê şermezar û lanet dike. Ji ber ku jina Kurd bi salane li hember şîdeta ku li ser jinan tê kirin têkoşîn dide meşandin, roja îro jina Kurd ji her demê bêhtir pêwîstiya xwe rêxistin bike dibîne. Rewşa Rojhilata Navîn şerê ku li hember gelê me te meşandin bêguman dihêle ku jina Kurd di hemû milan de xwe rêxistin bike. Di nav tekoşîna azadiya gele Kurd de îradeya jina azad derketiye holê. Jina Kurd her dem li hember zordestî û înkarkirina jinê têkoşiyayê. Têkoşîna şehîd Zîlan, Bêrîtan û Arîn pêşengiyê jêre dikin îro li hemû qadên civakê de hiştiye ku jina Krud bibe pêşeng. Ji ber vê yekê îro li Rojava û li gelek deverên din jina Kurd li hember DAIŞ’a ku temsîla zîhniyeta paşverû dike şer dike hatiye ispatkirin.”
Piştî axaftina Arîn civîn bi axaftinên jinên ku beşdarî civînê bûne jî li ser wate û girîngiya rojê nerînên xwe anîn ser ziman bi dawî bû.