Komîsyona Jinan a KNK'ê li dijî AKP û DAIŞ'ê banga yekîtiya neteweyî kir
Komîsyona Jinan a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li jinên Kurdistanî kir, ku bi têkoşîneke yekîtiya neteweyî, hevkariya antî-jin a AKP û DAIŞ'ê têk bibin.
Komîsyona Jinan a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li jinên Kurdistanî kir, ku bi têkoşîneke yekîtiya neteweyî, hevkariya antî-jin a AKP û DAIŞ'ê têk bibin.
Komîsyona Jinan a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li jinên Kurdistanî kir, ku bi têkoşîneke yekîtiya neteweyî, hevkariya antî-jin a AKP û DAIŞ'ê têk bibin.
Komîsyonê di destpêka daxuyaniya xwe de bibîr xist ku weke sedsala 20. îro jî, hêzên herêmî û gerdûnî şerê parvekirina cîhanê kirine xaka Kurdistanê û got, "Li gel komkujiyên civakî û çandî li Kurdistanê, wek duh, îro jî di qirkina jinê de serî li rêyên cuda û qirêj didin. Di Rojhilata Navîn de, hevsengiya hêzan hatiye guhertin. Ji bo ku gelê Kurd qedera xwe bi xwe tayîn neke û li îradeya xwe xwedî dernekeve, desthilatdariya AKP’ê, li Kurdistanê, Bakur, Rojava û Başûr, bi polîtîkaya herî xedar û kujer, bi kiryarên herî qirêj û derî însanî êrîşan lidar dixe. Li gel êrîşên hovane yên li Bakurê Kurdistanê, bi destê çeteyên DAIŞ’ê jî li parçeyên din ên Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dide meşandin."
'BI HEDEFGIRTINA JINÊ RE XWESTIN SOSYOLOJIYA CIVAKAN XERA BIKIN'
Komîsyonê ragihand, ku AKP’ê, kaos û qeyrana li Sûriye û Iraqê kûr kir û hîna dike û ev yek destnîşan kir; "Bi armanca dagirkirina Kurdistanê, çeteyên DAIŞ’ê destek kirin û xwest demografiya civakî tarûmar bike. Bi vê pêwanê li Başûrê Kurdistan û Iraqê, li dijî Kurd ên Êzidî, Suryanî, Şîî, Kakaî, Yaresan, Sabî êrîşên hovane dane destpêkirin. Balkêş e ku di van êrîşên hovane de, jin hedef hate girtin. Jin parêzvanên çand, tore, adet, ziman, huner û hişmendiya dîrokî ne. Lewra çeteyên DAIŞ’ê, bi siyasetek stratejîk û di çarçoveya planekê de, jin hedef girtin û xwest, sosyolojiya civakan xera bike.
Desthilatdariya AKP’ê, mîna qirkirina dewleta Tirk li Dêrsimê di sala 1938’an de, siyaseta destdirêjiya li dijî jinê kir pratîkê. Di wê demê de, bi hezaran keçên Kurd wek xenîmeta şer hatin revandin û wek xelat radestî subayên Tirk kirin. Ev kiryara derveyî exlaqî û sûcê mirovahiyê, îro jî bi rêya çeteyên DAIŞ’ê, li Şengalê kirin rojevê û bi hezaran jinên Kurdên Ezidî girtin û wek xenîmet birin.
Saddam Huseyin jî, bi 15 xelekên Enfalê, jinên Kurd ên Sunnî û Şîî-Feyîlî, birin û di kampan de bi cih kirin û dest dirêjî li wan kirin. Saddam Huseyin jî, bi sedan jinên Kurd, li welatên Ereb firotin. Desthilatdariya AKP’ê jî, îro bi destê çeteyên DAIŞ’ê heman siyasetê dimeşîne."
Komîsyona Jinan a KNK'ê di dewama daxuyaniya xwe de ragihand, ku li hemberî vê siyaseta kirêt û derî însanî, gerîlayên jin ên Kurd, bûne tebayê çeteyên DAIŞ’ê û her roj darbeyên giran li çeteyan didin.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Lê desthilatdariya AKP’ê, bi rêya kontrayên xwe yên taybet, bi armanca tolhildana li dijî cengaweriya jina Kurd, li hemberî bedena cenaze yên gerîlayên jin serî li kiryarên bê exlaqî û derî însanî dide. Di şerê dagirkeriya kolonyalîst de, zîhniyeta paşverû ya mêr sînoran nas nake. Li hemberî vê siyaseta kembax, ji bo jin karibe xwe biparêze, siyaseta bê exlaq berteref bike û zîhniyeta serdest a mêr ji holê rake, pêwîste xweparastinê ava bike. Ji bo vê jî, divê kiryarên li dijî sembola berwedana jinê, Ekîn Wan neyê jibîrkirin û bi tolhildana li hemberî wê kiryara derveyî însanî û bê exlaq têkoşîn were kirin. Kiryara li dijî bedena Şehîd Ekîn Wan, tolhildana li hemberî cengaweriya jina Kurd e. Tê dîtin ku li Bakurê Kurdistanê, jin di pengava rêveberiyên herêmî de, roleke sereke dilîze û di berxwedana gel de, li dijî polîsên kontra yên AKP’ê û leşkerên dagirker roleke dîrokî dilîze. Lê kontrayên polîsên AKP’ê û leşkerên dagirker li ser dîwarên bajaran, gotinên bê exlaq yên heqaretvarî dinivîsin.
Siyaseta dewleta Tirk jî, li hemberî parlamenterên jin ên alternatîfa demokratîkbûna Tirkiyeyê HDP’ê jî êrîş dike û wan hedef digire. Bi armanca lînçkirinê û li hemberî kamerayên televîzyonan êrîşî hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag kirin. Li gel vê, li dijî hevserokên şaredariyên jin ên hilbijartî êrîşên bê exlaq têne kirin û bi hincetên pûç û vala tên girtin."
Rejîma Îranê jî, bi nîjadperestiya Fars, li Rojhilatê Kurdistan, dagirkeriya metingeriyê dimeşîne. Ji bo ku jinên Kurd asîmîle bike, serî li rêbazên qirêj û kirêt dide. Rejîma Îranê, li Rojhilata Navîn, ji bo hişmendiya jina Kurd a azadiyê têk bibe, li Mahabadê, di kesayeta Ferînaz Xusrewde, peyama zordestiyê û tunekirinê da. Ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê, Şîrîn Elemhulî, bi awayekî hovane şehîd kir. Li hemberî pirgsirêkên wê yên gelekî giran jî, ji sedema ku di qada neteweyî û navneteweyî de azadiyê dixwaze, hiş û ramanê azad temsîl dike Zeynep Celaliyan, ji sala 2008’an û vir ve di zîndanan de digire û dixwaze di girtîgehan de wê birizîne û tine bike.
'JINÊN KURD BÛNE PÊŞENG Û HÊVIYA MIROVAHIYÊ'
Ev kiryar teva didin xuyakirin ku, di sedsala 21. de, hêzên dagirker ên hegemonîk, li dijî gelê me, kîn û nefreta xwedî kesayeta jina Kurd de, bi zîhniyeta bavsalarî û bi kiryarên hovane didomînin. Lê Jina Kurd, ji pêşerojên gelên Kurd û ji dîroka gelê Kurd dersên mezin girtine û dizane ku li hemberî metirsiyek gelekî mezin e. Îro jina Kurd xwedî wê hêzê ye ku dikare bersivê bi de serdestiya mêr a dagirker. Jina Kurd, îro xwedî hêza xwe ye û bi rêxistiniya xwe, bi hişmendiya têgihiştî pêşengiya civaka Kurd dike. Ev rastî, di Şoreşa Rojava de derkete holê û Şoreşa Rojava jî wek “Şoreşa jinê” tê binavkirin. Ev pêşengî û hêza jinê, hiş û ramanê demokrasî derxistiye holê û hêdî hêdî li tevahiya civakan belav dibe.
Têkoşîna jina Kurd, di têkoşîna rizgariya neteweyî de, li tevahiya parçeyên Kurdistanê, li herêmê û tevahiya cîhanê wek mînak tê dîtin û destnîşan kirin. Têkoşîna jina Kurd a azadiyê, bûye çavkaniya jinên cîhanê. Jina Kurd êdî bûye pêşeng û hêviya mirovahiyê.
Bi vê pêwanê, di Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li hember şîdeta li dijî Jinê, divê jinên Kurd, jinên Kurdistanê û tevahiya jinên cîhanê, li dijî zîhniyeta serdestiya mêr li Kurdistanê û hewldanên dagirkirin axaka Kurdistanê, di nava dilsoziyek hevkar de, bi awayekî rêxistinî têkoşînê dijwar û berfireh bikin. Divê jin, bi xweparastinê, li hemberî şîdeta li dijî jinê, bêyî paşde gavan biavêjin, serî netewînin, bi hişmendiyek têgihiştî, di çarçoveya yekîtiya neteweyî de, li dijî dagirkeriya metingerî û baviksalarî têkoşînê bikin.
BANGA XWEDÎDERKETINA LI MÎRATEYA AZADIYÊ
Divê hemû jin, ji bo azadiyê, li dijî her cure paşverûtiyê, bi hiş û ramanê xwedîderketina li mîrateya jinên ku bi cengaweriyek destanî şer kirin û şehîd ketine, têkoşîna xwe bi dijwarî bimeşînin û li mîrateya wan a azadîxwaz xwedî derkevin.
Em, cengawerên ku ji bo azadiyê jinê û civaka xwecanê xwe dan, bi dilsozî yad dikin û diyar dikin ku di rêya wan de em ê heta dawiyê bimeşin û têkoşîna xwe bidomînin."