Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dîjî Jinê destnîşan dikin ku şîdeta li hember jinê li hember hemû mirovatî û civakbûna me ye û bi tundî şermezar dikin. Şîdeta li hember jinê ji roja destpê kiriye heta îro bûye bela serê mirovan. Her şîdeta li hember jinê pêk hatiye veguheriye cezakirineke herî giran a li hember civakê. Îro mirovatî çi êşê dikşîne vê wek cezayê şîdeta li hember jinê dikişîne.
Hemû mirovatî û civak divê baş zanibe ku yekemîn pirsgirêka civakî li ser serwerî û newekheviya li hember jinan destpê kiriye. Ev zext heta roja me ya îro timî mezin bûye ketiye rewşeke ku mirovatiyê di nav pirsgirêkan de bifetisîne. Yekemîn guneh û sûc, bi şîdeta li hember jinê destpê kiriye. Zîhniyeta ku şîdeta li hember jinê ava kiriye, di tevahiya dîrokê de rê li ber pirsgirêkan vekiriye. Mirovatî ji wê rojê heta îro ji kişandina êşan rizgar nebûye. Îro di sêyemîn şerê cîhanê yê li Rojhilata Navîn de, kaosa wê û mirovatî ku êşan dikişîne de jî terora dewletê ya îro li Kurdistanê jî, yê cinayetên derveyî mirovatiyê yên DAIŞ’ê afirandin jî, zîhniyet, çand û feraseta şîdeta li hember jinê ye. Heta newekhevî, zext û şîdeta li hember jinê neyê rakirin mirovatî ji şer, zilm, mêtinkarî û zextan nikare rizgar bibe. Lewma têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê di serî de têkoşîna bidawîkirina şerên êşân didin mirovatiyê ye; têkoşîna herî mezin a aştiyê ev e.”
DIJDERKETINA LI HEMBER ŞÎDETA LI DIJÎ JINAN DIJDERKETINA LI HEMBER ŞÎDET Û ZILMÊ YE
KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
“Dijderketina li hember şîdeta li dijî jinan, dijderketina li hember hemû zilm û şîdeta li hember mirovatiyê ye. Şîdeta li hember jinê şîdeta mirovatiyê ya li hember xwe ye. Lewma her şîdeta zilam û zilamtî li hember jinê pêk tîne şîdeta li hember mirovatiyê ye. Di şexsê jinê de şîdeta li hember mirovatî û civakê ye. Di şexsê jinê de li hember wijdan û exlaq şîdet tê pêkanîn. Pêkanîna şîdeta li hember jinê li hember mirovatî û civakê sûc e. Li hember mirovatî û civakê gunehê herî mezin e. Di serî de mêr hemû mirovatî heta nebîne ku şîdeta li hember jinê li ber wan pêk tê ne mimkun e mirovatî ji pirsgirêkên civakî rizgar bibe.
Kesa/ê li hember şîdeta li dijî dernekeve, heqê wan nîne ku ji ti pirsgirêkên mirovî û civakî gilî û gazincan bikin. Kilîla çareseriya pirsgirêkên civakî di serî de bi dijderketina li hember şîdeta li dijî jinê pêk tê. Dijderketina li hember şîdeta li dijî jinê di çareserkirina pirsgirêkên civakî de wê gavek mezin be. Lewma kesên dixwazin pirsgirêkên civakî çareser bikin, kesên aştiya civakî dixwazin, kesên dixwazin li ser esasê nirxên civakî û mirovaî di nav aştiyê de bijîn di serî de pêwîst e li hemberî şîdeta li dijî jinan derkevin û têkoşîn bikin. Ji ber heta mirov li hember şîdeta li dijî jinê dernekeve wê timî wek civak ceza bên kişandin û êş bên kişandin. Rêya rawestandina êşan di dijderketina şîdeta li hember jinan de derbas dibe.
HERÎ ZÊDE PÊWÎSTIYA MÊR BI DIJDERKETINA LI HEMBER ŞÎDETA LI DIJÎ JINÊ HEYE
Yê herî zêde pêwîstiya wan bi dijderketina li hember şîdeta li dijî jinan heye mêr e. Ji ber şîdeta mêr a tevayî dîrokê li hember jinê hemû mêr bûne hevparê sûc û ketine nav gunehan. Yê şîdet afirand, ya di her mêrî de heye şeklgirtina cinsiyeta civakî ye. Ji lewra her destê li hember jinê rabûye destê hemû mêran e. Karaktera cinsiyeta civakî ya di hemû mêran de heye li hember jinê şîdetê bi kar tîne. Lewma di serî de mêr her ferdên civakî pêwîst e di şîdeta li hember jinê de xwe berpirsyar bibîne. Eger mirov dixwaze ji vî barê giran, qirêj û kirêt rizgar bibe, wê demê divê her kes li hemberî şîdeta li dijî jinê têbikoşe. Di serî de mêr hemû civak heta xwe ji vê şîdetê berpirsyar nebîne, ne mimkun e ev şîdet ji holê rabe, ji zîhniyeta rê li ber şeran vedike rizgar bibe û di nav aştî û aramiyê de bijî.
ŞOREŞGERTIYA HERÎ MEZIN BI DIJDERKETINA LI HEMBER ŞÎDETA LI DIJÎ JINÊ TÊ NÎŞANDAN
Şoreşgertiya herî mezin, demokratbûna herî mezin, welatparêziya herî mezin, mirovatiya herî mezin bi dijderketina li hember şîdeta li dijî jinê dikare bê nîşandan. Bûyîna mirova/ê bi wijdan, bi namûs û bi rûmet bi dijderketina şîdeta li hember jinê pêk tê.
Bêguman şîdeta li hember jinê tenê ne fizikî ye; di her qada jiyanê nêzîkatiya li hember jinê ya di aliyê ziman, uslûp, awir de tê nîşandan şîdetê di nav xwe de dihewîne. Lewma di serî de her roj, her saet pêwîst e em li hember şîdeta mêr têbikoşin.”
LI HEMBERÎ ŞÎDETA LI DIJÎ JINÊ BANGA TÊKOŞÎNÊ
KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Rêber Apo destnîşan kiriye ku kesên bi jinê re ne heval û hevrêyên rast bin nikarin bibin welatparên rast, demokratên rast, şoreşgerên rast. Lewma em bang li tevayî gelê Kurd dikin ku di serî de li gel xwe, li mal, tax, bajarên xwe li hember şîdeta li dijî jinan derkevin û têbikoşin. Dijderketina li hember şîdeta li dijî jinê; dijderketina şîdeta dewletê ya li Farqîn, Nisêbîn, Cizîrê, Gever, Şirnex, Amed, Silopiya û li her cihê Kurdistanê pêk tîne. Li ser vî esasî li hember şîdeta li dijî jinê û şîdeta dewletê ya li Kurdistanê li dijî gel em banga pêşxistina têkoşînê dikin.
Em bang li tevayî gel, civak, demokrat, şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyê dikin ku dijderketina li hemberî şîdeta li dijî jinê wek rêgezeke exlaqî û wijdanî bibînin; li ser vî esasî têkoşîna li hember şîdeta li dijî jinê û têkoşîna li hember zilma dewleta Tirk bikin yek, li hember zîhniyeta serwer a zilam a li Tirkiyeyê pêngava demokratîkkirin û azadkirina Tirkiyeyê pêş bixin.”