'Jineolojî zanisteke civakî ye'

Endama Komîteya Jineolojî Armanc Sarya got, "Çavkaniya me ya agahiyan yanî epîstomolojiya me, li ser bingeha têkoşîna çil salan derket holê. Di nava zanistiyan de navendên hilberîna agahiyan hene."

Endama Komîteya Jineolojî Armanc Sarya got, "Çavkaniya me ya agahiyan yanî epîstomolojiya me, li ser bingeha têkoşîna çil salan derket holê. Di nava zanistiyan de navendên hilberîna agahiyan hene."

'DI DÎROKA MIROVAHIYÊ DE REWŞEKE NÛ YE'

Endama Komîteya Jinolojiyê Armanc Sarya da xuyakirin ku bi awayekî zelal hatiye dîtin di dîroka cîhanê û di nava civakan de ti zanisteke jinê nîne û got, "Di dîroka cîhanê de dibe ku nêzîkatiya zanistiyê ya li jinê bûye mijara lêpirsînê. Lê belê li hebûna zanisteke jinê ti carî nehatiye fikirîn. Tevgerên femînîst di ser zayendîperestiya zanistê re hin rexne kirine. Lê belê zanisteke şênber a weke zanista jinê bê binavkirin û bixebite, derneketiye holê, neketiye meriyetê. Jineolojî bi perspektîfên Rêberê me re ket meriyetê. Di dîroka cîhanê de rewşeke nû ye."

Sarya 1. Konferansa Jineolojiyê ya di mehên biharê de hat lidarxistin bibîr xist û li ser wate, pênaseya Jineolojiyê de got, "Jineolojiyê, ji bo exlaq, estetîk, tenduristî û perwerdeyê nêrîneke nû afirand. Di zanistiya jinê de agahiya civakî çawa tê nirxandin? Têkiliya xwe ya bi civakê re çi ye? Jineolojî xwe bi çi rengî dike sazî? Yan jî wê xwe çawa bi rêxistin bike? Jineolojî wê çawa xwe bigihîne civakê? Ji bo van pirsan li bersivên berfireh digere."

Sarya ragihand ku li çiyayên Kurdistanê yên ji aliyê jinan ve weke 'xwebûn' tên pênasekirin, niha gelek akademiyên girîng hene û li van hemû akademiyan dersên jineolojiyê tên dayîn.

Sarya da zanîn ku Jineolojî zîhniyeta modernîteya demokratîk vedibêje û destnîşan kir, ku ji ber vê taybetmendiya xwe divê beriya her tiştî ji aliyê kadroyên modernîteya demokratîk ve were pejirandin.

'JINEOLOJÎ XWEBÛN E'

Endama Komîteya Jineolojî Armanc Sarya da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salane, li ser rê û rêbazên xwenirxandin, xweguhertina jinê perspektîfan diyar dike û got, "Jineolojîk zanisteke ku ji nava van derketiye holê. Eger Jineolojî xwe weke xwebûnê nenirxîne wê ev ê çawa pêk were. Girîng e jin xwezaya xwe pênase bike. Eger di nava civakê de vê nîqaş neke û çareseriyê neafirîne, wê ev yek çawa pêk were. Ji ber ku jin di rewşeke ku nikare li xwe bikifir de ye. Sîstemê mirov xistiye rewşeke ku nefikire û şîrove neke. Ev yek herî zêde li hemberî jinê afirandiye. Jineolojî nêzîkatiyek berevajî vê derxistiye holê. Divê mirov karibin lêpirsînê bikin û eger nakokî hebin divê werin kifşkirin, ev nakokî veguherin hêzê. Tu nikare cihêrengiya li nava civakê rawestîne. Pêwîste Jineolojî li ser reda vê yekê bi pêş bikeve."

'EPÎSTOMOLOJIYA ME KEVNEŞOPIYA ME YA TÊKOŞÎNÊ YE'

Sarya bibîr xist ku di nava zanistan de çavkaniya agahiyan heye û got, "Çavkaniya me ya agahiyan aynî epîstomolojiya me, li ser bingeha têkoşîna çil salan afirî. Di nava zanistan de navendên hilberîna agahiyê hene. Çavkaniya me ya agahiyan, îedolojiya azadiya jinê, teoriya qutbûnê, cihêbûna ebedî, hevjîna azad, artêşbûyîna jinê ye. Îdeolojiya me xwedî karakterekî gerdûnî ye. Ev îdeolojîk xwedî gerdûniyeke ku ji bo hemû mirovên li cîhanê derbas dibe, hatiye destnîşankirin. Yanî tê wateya guhertina zîhniyetê. Jineolojî ji vir çavkaniya xwe werdigire. Ev mijarên girîng ên nîqaşê ne. Girîng e ev hîn bêhtir bên şênberkirin û nîqaşkirin. Rewşa ku her jin dikare di nav de cih bigire û divê cih bigire, rewşa akademiya Jineolojî ye."

Sarya da zanîn ku tevî şênberbûyîna pîvanên jiyana bedew, wê li nava rewşa akademiyan mijara azadkirina hevjîna azad jî bê nîqaşkirin û şênberkirin. Sarya anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qala birêxistinkirina hestên jinê dike. Sarya ragihand ku ev yek mijareke girîng a Jinolojî ye û bibîr xist ku zîhniyet mêr, hestên jinê her tim li hemberî jinê û civakê bi kar aniye. Endama Komîteya Jineolojî Armanc Sarya  diyar kir ku dema hestên jinê azad be, dînamîzmeke mezin a civakî derdixîne holê û destnîşan kir ku şagirtên akademiyê hemû mijarên Jineolojiyê dinirxînin û rêyên gelekî girîng ên çareseriyê diafirînin.

Sarya bal kişand ser xebatên Jinolojiyê yên li qadên gerîla tên meşandin û ragihand ku zanistî jiyanî ye. Sarya got, "Pênc meh in li çiyê xebatên Jineolojiyê tên meşandin. Ji aliyê mercên madî û ewlekariyê ve car carna zehmetî derkevin holê jî, em xebatên xwe nasekinînin. Li cîhanê ti zanistî di nava rewşeke şoreşgerî de derneketiye holê. Ev yek di nava rewşeke têkoşînê de derdikeve holê. Lê belavkirina vê li nava civakê, rewşeke cuda ye. Li çiyê nîqaş û kûrbûneke gelekî xurt heye. Ev yek ji bo pêşvebirina Jineolojiyê gelekî girîng e."