Şîdeta li dijî jinê li Baselê hat şermezarkirin
Di çarçovya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê de, li navenda bajarê Swîsre Baselê meşek hat lidarxistin û şîdeta li hemberî jinê hat şermezarkirin.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, bi pêşengiya Tevgera Jinê ya li Swîsreyê li bajarê Swîsre Baselê meşek hat lidarxistin. Jinên ji Basel Dreîroseparkê dest bimeşê kirin, pankartên bi nivîsa "Em li dijî dijminatiya li jinê têdikoşin", "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî", "Ekîn Wan rûmeta me ye", "Xweparastina garantiya azadiya me ye" hilgirtin.
Jinan bi qîrîna dirûşmeyan di nava kolanên herî qelebalix ên Baselê de heta ber parlamentê ya li Marktplatzê meşiyan û li vir mîtîngek pêk anîn. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser zêdebûna şîdeta li hemberî jinê li gelemperiya cîhanê û hat ragihandin ku li hemberî vê yekê girîng e jin rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin, xwe zanatir bikin. Jinan bal kişandin ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê û destnîşan kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin. Hat gotin, ku ji bo aştî û wekheviyê alternatîfa yekane Ocalan e.
Mîtîng bi qîrîna dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.