Parastina herî mezin a jinê rêxistinbûyîna wê ye

Ji Fermandarên YJA Starê Jînda Ronahî û Pelşîn Koçgirî bal kişandin ser girîngiya pênasekirina rast a şîdetê û rêbazên têkoşîna li dijî wê û destnîşan kirin, ku parastina herî mezin a jinê rêxistinbûyîna wê ye.

Ji Fermandarên YJA Starê Jînda Ronahî û Pelşîn Koçgirî bal kişandin ser girîngiya pênasekirina rast a şîdetê û rêbazên têkoşîna li dijî wê û destnîşan kirin, ku parastina herî mezin a jinê rêxistinbûyîna wê ye.

Fermandarên YJA Starê Pelşîn Koçgirî û Jînda Ronahî bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, ji ANF'ê re axivîn.

Jînda Ronahî hemû derdorên bi wesîleya rojê çalakiyan lidar dixin silav kir û diyar kir ku divê têkoşîna li hemberî şîdetê û piştgiriya hev a jinan, divê di nava rojeke bi tenê de neyê bisînorkirin.

Ronahî ragihand şîdet li her qada jiyanê bi cih bûye, gefê dixwe û destnîşan kir ku eger li cihekî şîdeta li hemberî jinê hebe, hingî li wê derê li dijî zarok, civakê, kabîle, eşîr, xweza û gerdûnê şîdet heye.

Ronahî bal kişand ser pênasekirina rast a şîdetê û got, "Eger em rast pênase bikin, hingî em ê karibin rêbazên çareserî û têkoşînê bi awayekî rast destnîşan bikin. Eger em ê Xwişkên Mîrabel bibîr bînin, divê bi vî rengî em binirxînin û bibîr bînin. Ji ber ku em bi şîdeteke welê re rû bi rû ne ku her devera jiyanê dagir kiriye. Di nava eşqê bi xwe de şîdeteke mezin heye. Di rewşeke bi vî rengî de, meşandina têkoşînê bi tenê di nava rojekê de, rêbazeke rast nîne."

Pelşîn Koçgirî jî da xuyakirin ku divê cih û dema destpêkirina şîdetê baş were nîqaşkirin û got, "Dema mirov xwezayê dinirxînin dibînin, ku di asta herî dijwar de tinekirina hev nîne. Gelek tişt li gorî pêwîstî û derfetan tên tedarikkirin. Di qanûna gerdûnê bi xwe re tiştekî bi vî rengî nîne. Kengî civak bi pêş ket, teknîk bi pêş ket, berhema jibermayî derket holê, hingî di nava rewşa civakî de guhertinan destpê kir. Yanî, gava di encama berhema jibermayî de nanek ma û ew nan hat hilanîn, hingî ji bo wî nanî pevçûnan destpê kir. Bi vê yekê re şîdetê xwe nîşan da. Lewma di vê sedsalê de zêdebûna şîdetê di vê astê de, rewşeke matmayî nîne."

DAIŞ ASTA DAWÎ YA ZÎHNIYETA BAVIKSALARIYÊ YA PÊNC HEZAR SALAN E

Koçgirî bal kişand ser şîdeta di roja îro de tê kirin û got, "Qala DAIŞ'ê, qala şîdet û hovîtiya DAIŞ'ê tê kirin. Gelo DAIŞ ji aliyê kê ve hat afirandin? DAIŞ asta dawî ya zîhniyeta baviksalariyê ya pênc hezar salan e. Ev xak ne xerîbê hêzên bi vî rengî hov e. Împaratoriya Asûr li ser vê xakê serdest bû û ji tasa serê mirovan sûr çêkir. DAIŞ jî îro serî jê dike, dibe ku sûran pê çênake, lê bi rêya medyayê tirsê belav dike û ev yek bi qasî sûran heye. Ev yek jî nîşan dide ku di vê sedsalê de jî şîdet hînê pirsgirêkek gelekî cidî ye û ev pirsgirêk herî zêde derdikeve pêşiya jinê. Şîdet gefê li civakê dixwe, lê herî zêde bandorê li jinê dike. Jin mexdûra destpêkê ya şîdetê ye, lê di şexsê jinê de civak hatiye mexdûrkirin. Lewma divê ya li dijî şîdetê derkeve ne tenê jin be, hemû civak li dijî şîdetê bisekinin. Eger nêzîkatiyek bi vî rengî bê kirin, hingî wê encamgir be û hêviyê biafirîne."

ARTÊŞBÛYÎNA JINÊ DIBISTANA KU JINÊ XWE LÊ DÎTIYE

Pelşîn Koçgirî da zanîn ku Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê, li ser pirsên 'divê mirov çawa bijî, civakeke çawa tê xwestin bê afirandin' derketiye holê û got, "Têkoşîna Rizgariya Neteweyî li ser van pirs û nakokiyan bi pêş ket. Ev yek ji bo jinê bêhtir şênber bû. Eger artêşbûyîna jinê nebûya, jin wê di nava têkoşîna giştî de hebûya, lê di her şert û mercî de rizgariya wê wê ji însafa mêr re bihata hiştin. Ev rewş ji aliyê pozîsyonê ve wê tiştek neguherta. Rêberê me zû bi vê rewşê hesiya û bi afirandina artêşbûyîna jinê re dest li vê rewşê werda. Yê ku ji kûrahiyê ve bi potansiyela jinê hesiya Rêberê me bû." Koçgirî da zanîn ku artêşbûyîna jinê lêgerînek jiyanê, dibistaneke xwedîtina jinê ye.

PIŞTGIRIYA HEV LI DIJÎ ŞÎDETÊ JERKUJA HERÎ GIRÎNG E

Jînda Ronahî jî bal kişand ser mijarên xwerêveberî û xweparastinê ku niha li Bakurê Kurdistanê bi berxwedana gel, bi taybetî jin û ciwanan tê meşandin û ev nirxandin kir:

"Bi têkoşîna neteweyî ya Kurdistanê re derket holê, ku em bêparastin in. Bi vê yekê re em hîn bûn ku divê em xwe biparêzin û yên bi neheqî me bi rê ve dibin, bisekinînin. Şerê ku heta niha li Kurdistanê hat meşandin, ji bo kifşkirin û hilweşandina vê rêbaza neheq bû. Ev yek bi giranî bi ser hat xistin. Paşdexistina faşîzmê, rê li ber pêşketinên girîng vekir. Lê belê têkoşîna me hînê neqediya ye, karê me neqediya ye. Niha em dixwazin jiyana xwe, jiyana azad ava bikin. Ev avakirin bêparastin nabe. Divê em zanibin xwe çawa bi rê ve bibin. Ti tiştên ku em di nava dewletê de wan red dikin, divê em nehêlin di nava sîstema me de hebin. Li hemberî êrîşên polîs û leşkeran girîng e em xwe biparêzin. Ev rêbaza parastinê jî divê bi ti awayî pasîf nebe. Yanî divê em tenê li hemberî êrîşeke tê kirin nekevin nava rewşeke parastineke pasîf. Pêwîste em ji bîr nekin, ku êrîşên dijber ên ji bo şikandina êrîşan jî rêbazeke parastinê ye. Li hemberî hêzeke dixwaze me tine bike, divê em rêbazên wê hêzê tine bikin, bi kar bînin. Ji ber ku gefê li jiyanê, mirovan û jinan dixwe. Ti kes bi veşartinê re nikare xwe biparêze. Lewma di serî de jin, pêwîste tevahiya gelê me projeyên xwe yên parastinê ava bikin. Ne tenê di dema êrîşê de em xwe birêxistin bikin. Berî êrîşek bê kirin divê em xwe birêxistin bikin û mekanîzmaya xwe ya parastinê ava bikin. Parastina herî mezin a jinê, rêxistinbûyîna wê ye. Li cihê pêwîst dike parastina çekdarî, li cihê pêwîstiya xwe pê nîne, divê rêxistinbûyînek neçekdarî bê afirandin. Li ser vê bingehê mekanîzmaya parastinê bêçêkirin. Divê jin piştgiriya hev bikin û xwe bi rêxistin bikin. 25'ê Mijdarê bi giranî weke roja têkoşîna li dijî şîdetê tê binavkirin, lê belê bi giranî rojeke piştgiriya hev e. Divê jin hev du nas bikin, pirsgirêkên xwe hevparî bikin û bi hev re li çareseriyê bigerin. Eger ev nebe, nikare bi ti awayî pirsgirêkên xwe çareser bike, nikare xwe ji êrîşan biparêze. Li dijî şîdetê piştgiriya hev, jerkuja herî mezin e. Niha li Kurdistanê şerekî xweparastinê yê gelekî girîng tê meşandin. Ev şer têkoşîneke bi rûmet e û divê hemû derdorên sîstemê red dikin, destekê bidin vê têkoşîna bi rûmet."