'Hêza herî radîkal a têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê YJA Star e'
Gerîlayên jin ên li eniya pêş a bajarê Kerkûkê cih digirin anîn ziman ku YJA Star, ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê hatiye avakirin û destnîşan kirin ku hêza herî radîkal a têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê YJA Star e.
ANF
KERKÛK
sêşem, 24 sermawezê 2015, 09:08
Gerîlayên jin ên li eniya pêş a bajarê Kerkûkê cih digirin anîn ziman ku YJA Star, ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê hatiye avakirin û destnîşan kirin ku hêza herî radîkal a têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê YJA Star e.
Gerîlayên jin ên li çeperên navçeya Hewcie li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş in, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, şer û têkoşîna YJA Starê nirxandin.
Gerîlaya YJA Starê Dîren Bagok da xuyakirin, ku zîhniyeta bi serdestiya mêr li her dera cîhanê şîdetê li jinan dike, li malê, li cihê kar, li kolanan bi kurtasî li her derê qada jiyanê jin di her kêliyê de rastî şîdetê tê û destnîşan kir, ku li hemberî vê şîdetê divê jin xwe zana, birêxistin bikin û bi yekîtî û xweparastinê re bersivê bidin.
Dîren Bagok got, "Damezrandina YJA Starê jî li ser bingeha têkoşîna li hemberî vê şîdetê ye. Ez jî ji ber vê yekê li Kerkûkê di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de cih digirim" û axaftina xwe wiha dewam kir: "DAIŞ rêxistineke terorê ye ku dixwaze serdestî û zordariya mêr li hemberî jinê mayînde bike. DAIŞ ne tenê li Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê şîdetê belav dike. Weke jinên Kurd jî em li çar parçeyên Kurdistanê li hemberî vê rêxistina hov, têdikoşin."
Bagok ragihand ku YJA Star di têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê de helwesta herî radîkal e û got, "Rêxistinên weke DAIŞ û Boko Haram dixwazin şîdeta li dijî jinê li gelemperiya cîhanê belav bikin. Lewma li her dera cîhanê pêwîste jin rêxistinbûyîna xweparastinê biafirînin." Bagok destnîşan kir, ku ne tenê li qada leşkerî divê jin li her qadê têkoşîna xwe xurt bikin.
PIŞTGIRIYA HEV, RÊXISTINBÛYÎN Û XWEPARASTIN ŞERT E
Gerîlaya YJA Starê Bagok di dawiya axaftina xwe de got, "Weke hêzên YJA Starê hem ji aliyê îdeolojîk, hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê leşkerî ve em têdikoş in. Zêdeyî saleke ez li Kerkûkê me. Li nava jinên li Başûrê Kurdistanê bûyerên xwekuştinê gelekî rû didin. Jin rêya rizgariya ji zextan, weke xwekuştinê dibîne. Ev helwesteke rast nîne û ya divê were kirin; jin yekîtiya xwe ava bikin, xweparastinê xurt bikin û têbikoşin. Xwekuştin, xweşewitandin çareserî nîne. Çareserî piştgiriya hev a jinan û xweparastina jinê ye."
'25'Ê MIJDARÊ ROJEKE DÎROKÎ Û PÎROZ E'
Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Cîlo jî bibîr xist ku ew li çeperên pêş ê Kerkûkê li hemberî nûnerê hovîtiya serdestiya mêr DAIŞ'ê têdikoşin û got, "Pêşengên me yên berxwedanê yên mîna Şehîd Zîlan, Şehîd Sara, Şehîd Bêrîtan hene. Van hevalan di vê oxirê de têkoşîneke mezin meşandin." Cîlo ragihand ku 25'ê Mijdarê ji bo wan rojeke gelekî girîng, watedar û pîroz e.
Cîlo da zanîn ku dewleta Tirk mîna DAIŞ'ê êrîşî gel û jinên Kurd dike û got, "Em dixwazin hem gelê me azad bibe, hem jî em xwe azad bikin. Em dixwazin Rêber Apo azad bikin. Ji ber ku afirînerê vê têkoşînê Rêber Apo ye."
Cîlo ev bang bang li jinan Kird: "Jinên li çeperan û li qadan li ber xwe didin, bila ti carî serî netewînin. Ji ber ku Şehîd Sara li zîndanên Amedê li hemberî zilm, zext û şîdetê serî netewand. Di roja îro de jî li zîndanên Îranê Zeynep Celaliyan heye. Li hemberî zilmê bi salane li ber xwe dide, serî natewîne. Em jî bi çekdarî li çeperan li ber xwe didin. Li her derê dema me bi hev re têkoşîn meşand, em ê bi ser bikevin."
'DIVÊ JIN HESAB JI ZÎHNIYETA SERDEST BIPIRSE'
Gerîlayeke din a YJA Starê Toprak Tendurek jî diyar kir ku divê şîdet ji aliyê ti jinan ve neyê qebûlkirin û da zanîn, ku hêzên serdest bi şîdeta dimeşînin re dixwazin vîna jinê bieciqînin. Tendurek got, "Bi polîtîkayeke şîdetê ya ku şerê psîkolojîk ê li hemberî jinê jî di nav de heye, naxwazin ku jin li ti qada jiyanê azad bijî." Tendurek diyar kir ku divê jin li hemberî vê yekê ji aliyê ramanî ve xwe bi pêş bixînin û got, "Jinên ku dîroka wan tine hatine hesibandin, bi zanakirin û têkşînê re divê hesab ji vê zîhniyetê bipirsin. Ev hêza jinê heye."
'HÊZA DIKARE DAIŞ'Ê TÊK BIBE, BI JINAN RE HEYE'
Gerîlaya YJA Starê Rûken Nûda jî bal kişand ser şîdeta li her çar aliyên cîhanê li hemberî jinê tê kirin û got, "Tê xwestin ku nêrîna jinê bê dagirkirin. Ji bo tepisandin û pêşîgirtina li nêrîn û pêşketina jinê, ji her alî ve şîdet tê meşandin."
Rûken Nûda got, "Naxwazin jin bibin xwedî hêz. Mêr dixwazin hemû derfet di destê wan de be. Ji ber ku dizanin ku jin bûn xwedî hêz, wê desthilatdarî û zilma mêr biqede. Lewma ev êrîşa tê kirin, êrîşa ji bo parastina zilmê ye."
Nûda da xuyakirin ku jin çiqasî xwe bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re zana bike, wê serdestiya mêr tine bibe û got, "Em îro li hemberî faşîzma DAIŞ'ê ya dixwaze jinê tine bike, li çeperan e. Ez saleke weke gerîlayeke YJA Starê li herêma Kerkûkê şer dikim. DAIŞ ji jinan û hêza jinan ditirse. Jinên Kurd weke artêşekê çiqasî xurt bû, wê berhema sîstema serdestiya mêr DAIŞ têk biçe, sîstema wan ji hev belav bibe. Hêza dikare DAIŞ'ê biqedîne, bi jinan re ye."