Ji jinên Kobanêyî çalakiya 25'ê Mijdarê
Jinên Kobanêyî, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, çalakî lidar xistin.
Jinên Kobanêyî, bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, çalakî lidar xistin.
Jinên Kantona Kobanê ku ji bo roja 25’ê Mijdarê rêzeçalakî dabûn destpêkirin li nîva bajarê Kobanê ku bi navê Qada Berxwedana Kobanê tê naskirin (Qada berê ya şaredariyê) mitîngek lidar xistin.
Di mîtîngê de jinan pankantên ku li ser hatibû nivîsandin "Însiyatîfa Jinan a Sûriyayê ji bo aştî û demokrasiyê ye, na ji tundiyê re, bi têkoşîna jinê em ê şidata li dijî jinê bidawî bikin, na ji cudahiyê re, erê ji wekheviyê re” rakirin.
Piştî ku jinên kantonê li hev kom bûn daxuyaniyek ji aliyê Mamosteya Peymangeha Ziman a Viyan Amara ya bi navê Şêrîn Hacî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de şîdeta li hemberî jinê tê kirin, bi tundî hate şermezarkirin.
Şêrîn Hacî got ku ew wekî endamên sazî û rêxistinên kantona Kobanê bi boneya 25’ê Mijdarê her sê jinê Kurd Sakîne, Fîdan û Leyla ku bûne sembola jinên Kurd bibîr tînin û tundiya ku li hemberî jinê tê meşandin bi tundî şermezar dikin.
Şêrîn da zanîn ku bi saya raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Jina Kurd di roja îroyîn de gihîştiye qonaxeke mezin û dikare dengê xwe bighînê tevahiya cîhanê.
Şêrîn Hacî di dawiyê de bang li tevahiya mirovahiyê kir ku destekê bide jinê da ku ji hemû cureyên desthilatdarî, tundî û zordariyê azad bibe.
Daxuyanî bi qîrîna dirûşmeya "Jin, jiyan û azadî" bi dawî bû