Jin wê li Stockholmê ji bo Cansiz, Mîrxan û Wan findan vêxin
Jin wê îro li paytexta Swêd Stockholmê, saet di 18:00 de li meydana Medborgarplatsenê bicivin, sîstema ji serdestiya mêr û şîdeta li hemberî jinan protesto bikin.
Jin wê îro li paytexta Swêd Stockholmê, saet di 18:00 de li meydana Medborgarplatsenê bicivin, sîstema ji serdestiya mêr û şîdeta li hemberî jinan protesto bikin.
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, jin wê îro li paytexta Swêd Stockholmê, saet di 18:00 de li meydana Medborgarplatsenê bicivin, sîstema ji serdestiya mêr û şîdeta li hemberî jinan protesto bikin. Ji bo bîranîna Patrîa, Mînerva, Teraza, Mîrabel, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Arîn Mîrxan û Ekîn Wan wê jin findan vêxin.
Xwepêşandan ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara ve tê organîzekirin û tevî Lobiya Jinê ya Swêdê, Ne bibe laşfiroş ne jî serî bitewîne, Çep a Ciwan, Sosyalîstên Partiya Edaletê, Însiyatîfa Femînîst, Dayikên Kurd, Ji bo aştiyê Jin, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê, Komeleya Jinê ya Kibele, Federasyona Jinê ya Bethnahrîn, Jinên Elewî, PJAK, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Swêdê, Federasyona Pela û Fadîme qet ji bîr neke û Partiya Komunîst 21 partî û sazî beşdar dibin.
Meclîsa Jinên Kurd a Amara da xuyakirin ku piştî konsepta şerê topyekûn ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li hemberî gelê Kurd hat meşandin, li Kurdistanê zexta li hemberî jinên Kurd zêde bûye û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê dijîn kir ku di 25'ê Mijdarê roja Çarşemê saet di 18:00 de beşdarî xwepêşandana protestokirina şîdeta li hemberî jinê ya i Meydana Medborgarplatsenê bibin.
LI GAVLE SEMÎNERA LI SER MIJARA ŞÎDETA LI DIJÎ JINÊ
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, li bajarê Gavle yê Swêdê, semînerek li ser şîdeta li hemberî jinê hat lidarxistin.
Di semînera ku ji aliyê Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hat organızekirin de, êrîşên li Nisêbîn, Farqîn, Cizîr û bajarên ên din Kurdistanê hatin nirxandin, bang li hemû jinan hat kirin ku bala wan li ser rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê bin û piştgiriya xwe ya bi jinên li Kurdistanê têdikoş in re xurt bikin.