Meclîsa Azadiyê ya Jinê û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdetê ya li hemberî Jinê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat ragihandin ku AKP û DAIŞ dijminatiyê li jinan dikin û hat gotin ku li dijî vê yekê jin pêşnegiyê ji şoreşê re dikin.
Di daxuyaniya Meclîsa Jinan de bal hat kişandin ser zîhniyeta AKP'ê ya ku jinan hedef digire û hat gotin, "Hemû jinên ji bo cîhanek azad û wekhev bûne parçeyek ji têkoşîna civakî, çi sosyalîst, çi femînîst çi jî çalakvaneke aştiyê, tên binçavkirin, gefa weşandina dîmenên tazî li wan tên kirin, di medya mêr de heqaret li wan tên kirin. Tevî van hemû zext û zordariyan jî têkoşîna jinan dewam dike."
Di dewama daxuyaniyê de berxwedana jinên Kurd a li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê hat bibîrxistin û hat destnîşankirin, ku bi piştgiriya hemû jinan re li Rojavayê Kurdrdistanê şoreşa jinê birêxistin dikin. Meclîsa Jinan got, "Kurd, Ermenî, Ereb, Suryanî, Êzidî, Tirk...tevî hemû jinên li Rojhilata Navîn têkoşînê birêxistin dikin û berxwedanê mezin dikin. Jinên ku beriya salekê li Şengalê rastî komkujiya DAIŞ'ê hatin, îro pêşengiyê ji têkoşîna azadkirina Şengalê dikin û li refên herî pêş ên şer derdikevin pêş."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana xwerêveberiyê û hat gotin, "Jinên Kurd ên banga lihevkombûnê li hemû jinên li Rojhilata Navîn dikin, mal, tax, bajar û welatê xwe li ser navê hemû bindestan ji neteweperestî, faşîzm û şîdeta dewletê ya mêr diparêzin. Ji bo civakîbûna aştiyê jinên Kurd ên rêxistinbûyî, jiyana xwe diparêzin."
Meclîsa Azadiyê ya Jinan, ji bo rêxistinbûyîna berxwedana jinê di 25'ê Mijdarê de, banga daketina kolanan kir.
FEDA: HER NÊRÎN Û BAWERIYA DI RÊYA JINÊ DE NEÇÛ, KETIYE NAVA TARÎTIYÊ
Hevseroka FEDA'yê Bêmal Dêrsim jî bi daxuyaniyekê, şîdeta netewe dewletê ya bi serdestiya mêr şermezar kir.
Dêrsim diyar kir ku di nava baweriya wan de zayendîparêzî û şîdeta li dijî jinê nîne, wekhevî, edalet û hezkirin heye û got, "Her nêrîn û baweriya di zanebûna jinê de hîn nebûye, di ronahiya wê ya civakî de nemeşiya ye, berê xwe ne li ronahiyê, li tarîtiyê ye."
'LI DIJÎ BARBARÊN DAIŞ'Ê, BÛN RONAHÎ JI HEMÛ JINÊN CîHANÊ RE'
Dêrsim bal kişand ser êrîşên barbarên DAIŞ'ê yên li hemberî jinan û got, "Îro li diyarê xwedawendan, dergûşamirovahiyê ya kevin Rojhilata Navîn, li dijî jinê êrîşa herî mezin a qirkirinê tê kirin. Ev barbarê berhemê kê ye...Zilamekî vê barbariyê nebîne, gelo hêjaye qala mirovahiyê bike? Barbariya herî mezin a li cîhanê û li dijî mirovahiyê, li îro li Rojhilata Navîn bi destê faşîzma DAIŞ'ê li hemberî jinê tê kirin."
Dêrsim da zanîn ku jinan bi lehengiyên li Kobanê û Şengalê nîşan dan re, li ser çawaniya têkoşîna li hemberî barbariya DAIŞ'ê, ji bo tevahiya jinên cîhanê bûne ronahî.
BANGA XWEPARASTINÊ
Di dawiya daxuyaniyê de banga xweparastinê hat kirin û hat gotin, "Mayîna bê xweparastin, tê wateya teslîmbûna ji tevahiya şîdeta li hemberî jinê re. Ev yek jî wê li cihekî mîna Rojhilata Navîn rê li ber qirkirin û barbariyên nû veke."