Jinên Rihayî li hemberî şîdeta dewlet û zilam û li qadan e

Jinên Rihayî bi wesîleya “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê” li hemberî polîtîkayên cudakar û şîdetê yên bi piştgiriya dewletê li dijî jinan, derketin qadan.

Jinên Rihayî di pêşengiya Platforma Jinan a Bajêr a Riha de di çarçoveya aktîvîteyên “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê” bi şîara “Şîdeta Zilam îdeolojîk e, parastina rewa maf e” hatin gel hev û meşek li dar xistin. Endamên KJA, KESK, TMMOB, ÎHD, Meclîsa Ekolojî ya Riha, Komeleya Piştevaniya Mala Jinan a Yaşam û gelek rêxistinên civaka sivîl beşdarî meşê bûn.

Jinên li Parka Alî Şellî kom bûn ji vir heta Qada Topçû meş li dar xistin. Li cem gelek polîsên unîformayên fermî û sivîl, tedbîrên wesayîtên zirxî yên akrep û TOMA jî bal kişand. Meşa bi erbaneyan, çepik û tilîliyan destpê kir, jinan bi cilên rengareng, tulbentên spî û xemrî avêtin ser stûyên xwe, li hember polîtîkayên dewletê yên li dijî jinê bertekên xwe nîşan dan. Dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Ekîn Wan Rûmeta me ye” hatin gotin. Di aktîvîteyê de wêneyên jinên nemir ên têkoşîna azadiya jinê hatin rakirin, pankarta, “Şîdeta zilam îdeolojîk e, Xweparastin maf e” hat vekirin.

‘MAFÊ JIYANÊ NADIN JINA  JIYANÊ BI ZÊDEKIRINÊ MEZIN DIKE’

Jinên gihiştin Qada Topçû, destpêkê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Piştre li ser navê jinan aktîvîsta KJA Bedriye Yorgûn daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku ji bo dorpêça li ser jiyanê belav bikin, bawerî û hêviya azadiya jinê mezin bikin li qada ne. Yorgûn jinên di têkoşîna azadiya jin de nemir bûne yek bi yek bi bîr xist, destnîşan kir ku rêbazên şerê qirêj careke din ketiye meriyetê, bi binçavkirin, girtin, zext û şîdetê ve polîtîkayên pelçiqandinê didomin.

JIN DAWETÎ NISÊBÎNÊ KIRIN

Piştî daxuyaniyê jin bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” derbasî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiya rûniştinê de jiyana zarok û jinên hatine qetilkirin hatin vegotin. Zarokek 6 salî ya ku jiyana hin zarokên hatine qetilkirin parve dikir bala her kesî kişand.

Piştre jinan ji bo piştevaniya Nisêbînê ya ku 9 roj in di bin dorpêça dewletê de ye, jin dawetî Nisêbînê kirin.

...