Li Qamişlo mîtînga 25'ê Mijdarê

Jinên Qamişloyî û xebatkarên jin ên rêveberiya xweser, di mîtînga ji bo 25'ê Mijdarê de li hev civiyan.

Endamên jin ên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî li Çerxereya Sonî ya li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn. Jinan cil û bergên folkorî yên Kurdî li xwe kirn, alên Yekîtiya Star, Navenda Jina Azad a Rojava, YPJ û pankartên wekî "Ez ne pîreka im, ez jin im", "Ji şîdeta li hemberî jinê re na" rakirin.

Di mîtîngê de bi zimanên Kurdî û Erebî daxuyanî hatin xwendin. Di daxuyaniyan de lenet li şîdeta li hemberî jinê hat kirin û banga têkoşîna hevpar a li dijî şîdetê hat kirin.

Piştî daxuyaniyê, jin bi qîrîna dirûşman li nava kolanên bajêr belav bûn û belavok belav kirin.