Leyla… Îsadora Kurdan

Keçeke por re di nava tarîtiyê de, dansa nepenîtiya xwedewendan û jinên efsaneyî yên serdema kevin, dike: Îsîs, Nefertîtî, Belkis... Îsadora Kurdan Leyla Bedirxan.

Dansa Mezoptamya ruh da Leyla Bedirxan a ku di salên 1930 de yekemcar weke jineke Kurd hunera dansê ya Ewropayê pêşkêş kir. Jiyan, êş û daxwazên ku dixwest di hunera dansê de pêk bîne, bû mijara hunera li ser dikê.

Leyla Bedirxan ku yek ji endamên malbata Bedirxan a ku malbateke naskirî ya Kurdan e, pişî ku Osmaniyan bavê wê Abdulrezzaq Bedirxan sirgûn kir, bêbav mezin bû. Leyla bi çanda Tirkiye, Misir û Ewropayê mezin bû û ev rewşa xwe ya kozmopolît di hunera xwe de nîşan da. Bû yekem jina Kurd ku di salên 1930 de dansa Ewropiyan lîst. Leyla Bedirxan a îlham ji Rojhilata Dûr, Rojhilata Navîn û Ewropayê îlham wergirt, hemû berhemên xwe di bin navekî bi Kurdî de berhev kir. Li yek ji girîngtirîn operayên cîhanê li 'La Scala' ruh da Belkis. Tevî nerazîbûna malbatê û derdora wê jî, Leyla bi israr dans kir. Jiyana wê têkoşîneke jinê vedibêje. Dansa Mezoptamya jiyan, êş û daxwazên Leyla Bedirxan, kir mijara lîstikek li ser dikê.

Koreografiya projeya "Leyla" ji aliyê Serhat Kûral", muzîka wê jî ji aliyê Nûrhak Kilagoz ve hat amadekirin. Di nava reqsvanan de jî Yeşîm Coşûn, Serhat Kûral, Ayhan Karaagaç û Îsmet Koroglû heen. Ev pêşandana dansê wê di çarçoveya 3. Festîvala Şano ya Amedê de, roja 22'ê Mijdarê Yekşemê saet di 19:00 de li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê nîşandan.

ME DÎT KU EM NE BI TENÊ NE

Yeşîm Coşkûn diyar kir ku wan yekemcar Leyla Bedirxan beriya 10 salan di xebateke xwe ya komê de, bi pirtûka "Leyla" ya ji aliyê Leyla Safiye ve hat nivîsandin keşif kirine û got, "Me dît ku, ji aliyê zor û zehmetiyên ku li qada dansê derdikeve pêşiya me ve, em ne bi tenê ne, beriya 80-90 salan jineke Kurd heman zehmetî kişandiye. Israr û têkoşîna wê ya ji bo vê hunerê kelecaneke mezin dabû me. Piştî vê keşfê, me demeke dirêj xebatên xwe yên dansê û hilberîna xwe dewam kirin. Li aliyekî mejiyê me her tim nêrîna lîstina Leyla hebû . Di dema repertûarê de nêrîneke hevpar di vî warî de derket holê û êdî daxwaza ketina nava tevgerê derket holê. Bi vî rengî nêrîna nîşandana jiyan û hunera vê jinê derket holê."

XEBATÊN XWE BI NASNAMEYA KURD RE NÎŞAN DA

Coşkûn anî ziman ku Leyla Bedirxan jineke gelekî taybet e, li qada navneteweyî xwe vegotiye û destnîşan kir ku dansa xwe ya li gelek welatên Ewropa, Amerîka û Rojhilat Navîn bi nasnameya xwe ya Kurd kiriye û ev yek cihê serbilindiyê ye. Coşkûn got, "gelek rojnameyên cîhanê yên weke New York Times, Le Monde cih dan Leyla Bedirxan. Jineke ku bi dansa xwe re xwe gihand Ewropa û girseyên mezin û bi vî rengî cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtiye."

Coşkûn di dewama axaftina xwe de ev yek destnîşan kir: "Ji ber vê yekê pênasekirina Îsadora Kurd ji bo Leyla Bedirxan rast e. Bi têkoşîna xwe ya mezin re her tim serketin bi dest xist. Lewma bi van taybetmendiyên xwe re dişibe Îsadora."

YA KU TÊ VEGOTIN ÇÎROKA GELEK LEYLAYAN E

Serhat Kûral jî got, "Ya rast, me ne tenê Leyla Bedirxan vegot. Destpêk, jiyana Leyla ye. Ji xwe em hempîşeyên hev in û ya ku em niha dijîn, gelekî dişibin yên di dema xwe de bi serê Leyla Bedirxan de hat. Leyla weke jinekê têdikoşiya. Mirov dikare bêje ku ev çîrok çîroka bi sedan Leylayan e. Yanî projeyeke jinê ye. Ne tenê biyografî ye. Eger welêbûya em ê biketina nava lêgerîna formeke nêzî dansa em xeyalên wê dikin. Me ye berê xwe nedabûna çîrokê, bida tevgere. Lê me xwest balê bikişînin ser roja îro jî. Leyla ji bo me bû mînak. Di şexsê wê de me xwest, çîroka gelek Leylayan vebêjin."