Jin ji bo 25’ê Mijdarê li qadan bûn

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê çalakî didomin.

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinê çalakî didomin.

AMED

Meclîsa Jinan a KESK'ê di çarçoveya bernameya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî  Jinan li ber Nînova AVM'ê forumek pêk anî. Di forumê de destpêkê Sekretera Egîtîm Sen’ê ya Jinê Miyaser Guçlu axivî û diyar kir ku jin her roj tên qetilkirin û ev yek ji aliyê civakê ve êdî normal tê dîtin. Guçlu wiha got: "Zilamê ku jinan qetil dike dema ku diçe dadgehê dibêje min pir hez jê kir û qetil kir, ji ber ku montê sor li xwe kir ez tehrîk bûm. taciz kir. Rizaya wê hebû û min tecawizî zarokê kir. Ji ber vê yekê cezayên wan tên kêmkirin." Guçlu Peymana Stenbolê ya ku Tirkiyeyê îmza kiriye bi bîr xist û diyar kir ku divê qanûn li gorî vê yekê bên sererastkirin.

Sekretera Jinê ya SES'ê Fatma yildizhan jî bal kişand li ser cezayên ku tên kêmkirin û anî ziman ku ev yek hemû jinan diêşîne û kirinên zilaman rewa nîşan dide. Yildizhan got ku divê ev şîdeta hiqûqê bi dawî bibe û şîdeta li hemberî jinan bê rojeva meclîsê.

Yildizhan wiha axivî: "AKP bi gotina wekî jineke bêdeng be, li mala xwe rûnê, peywira te ya yekemîn dayîkbûne ve jinan biçûk dixe û ji civakê dûr dixe û bi vî rengî cesaretê dide zilaman." Yildizhan xwest jin di 25'ê Mijdarê de dakevin kolanan.

Ji SES'ê Yekta Yildiz jî diyar kir ku jin piştî ku ji dayik dibin li malê, kolan û kargehan rastî şîdetê tên û bilêv kir ku armanca vê jî çewisandina jinan e. Yildiz wiha got: "Hûn çiqas me biçewîsînin em bi hêz dibin. Em çirûskeke biçûk bûn em bûn topa agir. Ev agirê ku li Kurdistanê vedive wê dîsa jin bitemirînin. Ji ber ku jin dixuliqîne. Ti caran wê nebe yê tine dike."

Forum bi çepik û tilîliyan ve bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan de li taxan bernameyan li dar dixin. Endamên KJA'yê li taxên Cûdî û Nûrê bi jinan re civîn stendin û behsa girîngiya têkoşîna jinê kirin. Di civînan de pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin û peywirdayîna roja 25'ê Mijdarê hate kirin.

Her wiha jinên taxa Yafesê jî li qada Ş. Sînan belgefîlma Berçem hate nîşandan û piştî belgefîlmê jin bi tilîlî û dirûşma, "Jin jiyan azadî" belav bûn.

Meclîsa Jinan a KESK'ê jî li Cizîrê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî  Jinan li Kuçeya Hunerê bernameyek li dar xist. Jinên kom bûne wêneyên jinên ji hêla dewlet û zilaman ve hatine qetilkirin li qadê ve daliqandin. Jinan pankartên, "Şîdeta zilam îdeolojîk e, xweparastin rewa ye", "Em ne jinên kesî ne, ne namûsa kesî ne" û "Êşa jinên Kobanê û Şengalê rondikên hemû cîhanê ne" hilgirtin. Li ser navê jinan xebatkara Şaredariyê ya Cizîrê Şukran Yalçin çîroka 25'ê Mijdarê rave kir û diyar kir ku tundiya li ser jinan hê bi dawî nebûye.

Piştî Yalçin jinên li wir kom bûne yek yek hatin ser dikê û her yekê çîroka jinek hatiye qetilkirin vegot. Jinên hatine ser dikê çîroka Ekîn Wan, Ferînaz Xosrevanî, Çîlem Dogan, Gonul Sokmen, Ozgecan Aslan û jinên di dema qedexekirina derketina kolanan a li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin vegotin.

Piştî axiftinan girse ji bo temaşekirina fîlm derbasî navenda KESK'ê bûn.

RIHA

Platforma Jinan a Rihayê bi munasebeta 25'ê ê Mijdarê meş li dar xist. Jinên ku li Parka Alî Şîllî kom bûn bi pankartên “Bang bike bila hemû kes bibîhîzê, şîdete mêr bi dawî bibê", "Şîdeta zilam îdeolojîk e, parastina rewa maf e" û dowîzên "Kuştinên jinê polîtîk in" û "Bêdeng nemînê" heta qada Topçuyê meşiyan. Jinên ku filarên xemrî hilgirtin û bi erbaneyan meşiyan, di meşe de bênavber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Zilam lêdixe, dewlet diparêze", "Bijî berxwedana YPJ’ê" berzkirin. Di meşa ku jinên KESK’î, SES, TMMOB'ê, Mala Jinê a Jiyanê, KJA û gelek jin tevlî bûn ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

Endama Meclîsa Kongreya Jinên Azad (KJA) daîmî Bedriye Yorgun di destpêka axaftina xwe de li ser xwişkên Mîrabel rawestiya. Yorgun anî ziman ku li hemberî jinên ku aştiye û demokrasiye dixwazin jî şîdet tê meşandin û wiha domand: “Bi rêxistineke weke DAIŞ’ê a hov dixwazin civakê bînin rê. Di demeke wiha wê kuştinên jinê û şîdeta li ser jîne zede bûye.” Yorgun derbirî ku pevajoya çareseriyê girîng bû û ev tişt li gotinên xwe zede kir: "Lê, aligirekî vê pevajoyê dewlet êrîşî Gimgim, Nisêbîn, Farqîn û gelek deverên din kir. Dewlet polîtîkayên xwe yên şêr bi vê yeke didomînê." Yorgun dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku têkoşîna jinê bilind bikin.

Piştî axaftinan jinan 5 deqe çalakiya rûniştîne pêk anîn.

DÊRSIM

Platforma Jinan a Dêrsimê bi munasebeta 25'ê Mijdarê li Taxa Sîhenkê belavok li jinan û esnafan belav kirin. Jinên ku bi erbaneyan û dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Zilam dikuje dewlet diparêze" "Ji şîdeta li dijî jinan re na" ve belavok belav kirin ji bo meşa 25'ê Mijdarê ya di saet 12.00'an de ya li Qada Azadiyê bang kirin.

ÎZMÎR

Platforma Em ê Cînayetên li Dijî Jinan Rawestînin a Îzmîrê bi munasebeta rojê ji Navenda Çandê Leman Alsancak heta Cadeya Kibris Şehîtlerî meşiyan. Jinan kêmkirina cezayan a di cînayetên jinan de şermezar kirin. Gelek jin û xizmên jinên ku hatine qetilkirin tevlî meşê bûn. Di çalakiyê de destpêkê malbatên ku zarokên wan hatine kuştin axivî û bal kişandin li ser kêmkirina cezayên di kuştinên jinan de. Piştre li ser navê jinan Denîz Adibellî axivî û got ku ji ber ku kujer dibêjin "poşman im" cezaya wan ji ber rewşa baş tê kêmkirin.

Adibellîn anî ziman ku ew ê tu caran li hemberî yên ku ji jinan re dibêjin "bêdeng be" tu caran bêdeng nebin.

STENBOL

Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan ji Qada Tunel heta Qada Galatasaray meşek li dar xist, “kêmkirina têkildarî tehrîkê” a darazê protesto kir. Meşa ku bi sedan jin tevlî bûn li ber Lîseya Galatasaray bi dawî bû.

Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.

JI KJA NÎŞANDANA FÎLM

Li gel vê Koordînasyona Stenbolê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) li avahiya HDP’a Fatîhê têkildarî têkoşîna jinan fîlm nîşan da û panelek li dar xist. Endama KJA Aysûn Oral a di aktîvîteyê de axivî jinên ji ber şîdeta dewlet û zilam hatine qetilkirin bi bîr xist û got: "Em wek jin ji bo em xwe biparêzin xweparastinê, xwerêvebirinê girîng dibînin û destek dikin.

Aktîvîteyên bi heman rengî li navçeyên Kagithane, Zeytînburnu û Sancaktepe yên Stenbolê pêk hatin.

ENQERE

Jinên ji Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin li Cadeya Sakarya ya Enqereyê kom bûn, bi wesîleya 25’ê Mijdarê diyar kirin ku wê li hember cînayetên jinan têkoşîna xwe bidomînin. Jin heta Cadeya Yuksel meşiyan, dirûşma “Tê ti carî tenê nemeşe” gotin.

Li Cadeya Yuksel li ser navê Platformê Perîhan Arslantaş axivî, got ku 13 salan ji cînayetên jinan ên zêde dibin AKP’e berpirs e, diyar kir ku sala 2015’an 255 jin hatine qetilkirin, destnîşan kir ku wek jin wê li dijî kesên li hemberî cînayetên jinan pêkanîna kêmkirina ceza pêk tînin têbikoşin.

ÊLIH

Li Êlihê di çarçoveya aktîvîteyên 25’ê Mijdarê de hevbirên KJA hatin cem hev, maça futbolê ya di navbera Taxima Jinan a Şaredariya Êlihê û Taxima Jinan a Îdîrê temaşe kirin. Beriya maçê Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel axaftinek kir, destnîşan kir ku wê li her qadê ji cînayetên li dijî jinan re bêjin ‘Na’ û di vê mijarê de wê têbikoşin.

Piştî maça ku 3-3 bi encam bû, li ser navê KJA’yê bi jinên li Kampa Êzidiyan a Korixê hatin cem hev Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajar Songul Korkmaz  got: “25’ê Mijdarê em ê bi girseyî biçin Farqînê û li hemberî komkujî û şîdeta li hemberî Kurdistanê bertekên xwe yên herî mezin binîn ziman. Zîhniyeta komkujer a li Şengalê, bi destê AKP’ê li Kurdistanê didome.”

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halîme Avci jî azadkirina Şengalê pîroz kir û wiha axivî: “Jin bi giştî dest bidin destê hev û şer bikin, em li pêşiya şîdetê, mirinê bisekinin.”

Jinên Şengalî jî li hember şer bertekên xwe nîşan dan, destnîşan kirin ku divê yekîtî bê avakirin û ji zîhniyeta komkujer re bibêjin ‘bisekine’.

CIZÎR

Li navçeya Şirnexê Cizîrê jî Meclîsa Jinan a KESK bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Kolana Sanat çalakî li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên jinên di encama şîdeta zilam de hatine qetilkirin hatin daliqandin, pankartên, “Şîdeta li hember jinê îdeolojîk e, xweparastin maf e”, “Jin ne namûsa ti kesî ne” hatin rakirin. Jinên hatin cem hev yek bi yek axivîn û jiyana jinên di encama şîdeta zilam de hatine qetilkirin vegotin. Her wiha jiyanên Ekîn Wan, Ferînaz Xosrevanî, Çîlem Dogan, Gonul Sokmen, Ozgecan Aslan û jinên di dema îlankirinê qedexeyên kolanan li Kurdistanê hatin qetilkirin hatin vegotin. Piştre jin derbasî Şaxa Cizîrê ya KESK’ê bûn, fîlmê têkildarî şîdeta li dijî jinê temaşe kirin.

MÛŞ

Li navçeya Melazgir a Mûşê jinên DBP û HDP’yî panelek bi mijara “ji şîdeta li dijî jinê re na” li dar xistin. Pankarta, “Şîdeta zilam îdeolojîk e, xweparastin maf e” hat daliqandin. Li avahiya DBP’ê di panelê de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mûşê Elîf Çetînbaş axivî, got di pişt şîdeta zilam de zewacên di temenê biçûk de hene û şîdet xwe di temenê biçûk de nîşan dide. Piştî panelê, jinan pankart rakirin û heta Parka Ozgurluk meş li dar xistin. Di meşê de jinan dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Farqînê” qîr kirin.