PAJK: Ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin em berxwedanê xurt bikin

Koordînasyona PAJK'ê, li dijî pêkanînên antî-demokratîk û faşîzan bang li hemû jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir, ku têkoşîn û berxwedanê xurt bikin û li her cihî belav bikin.

Koordînasyona PAJK'ê, li dijî pêkanînên antî-demokratîk û faşîzan bang li hemû jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî kir, ku têkoşîn û berxwedanê xurt bikin û li her cihî belav bikin.

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku gunehê destpêkê û yê herî mezin ê ji bo şikandina vîna mirovan û teslîmgirtinê hat kirin, şîdeta li hemberî hev e û got, "Şêweyê destpêkê yê şîdetê, ewilî li hemberî jinê hatiye bikaranîn. Di encama şîdeta ramanî, derûnî û fîzîkî û mêtîngeriya mêr ê serdest de, jin li derveyî civakê hatiye hiştin, mîna milkekî di cîhana mêr de dikare bê dewrkirin, bê kirîn û firotin. Vê serdestiya mêr a li hemberî jinê, bi hezaran salan di nava civakê de rê li ber parçebûn, qutbûna ji hev, çînî û neyartiyê vekiriye. Ji cîhana me ya îro re bûye bingeh, ku dijminatiya li hev, mêtîngerî, zordestî û şer di asta bilind de ye.

Gelek cûreyên şîdetê hene, lê hemû xwedî yek armancê ne. Ew jî teslîmgirtin e, xwedîbûyîn û şikandina vînê ye. Rejîmên xwe dispêrên dîktatoran ên ku di herikîna dîrokê de serdestiya şîdetê kirin, ew bi kar anîn û li cîhanê belav kirin, li pêşberî têkoşînên civakî, li pêşberî oreşên gel ên demokratîk, di dawiya dawî de winda kirine. Çavkaniya şîdeta rejîmên mêtînger û dagiker a li kolan, mal û her qada jiyanê li jinan û gelan dikin, îdeolojîk û felsefîk e. Îdeolojiya serdestî û zordariyê ye. Îdeolojiya binpêkirin, teslîmgirtin, bi zorê xwedîbûyîn û dizîtiyê ye."

JIN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZILMÊ RE JINAN PÊŞENGÎ KIRIN E

Koordînasyona PAJK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Her şêweyê şîdetê xwedî karaktera kapîtalîst e û rê li ber wê vedike" û ev yek destnîşan kir:

"Di gelek rawestgehên dîroka civakî ya nehatiye nivîsandin lê hatiye jiyîn de, yên ku li dijî zilma zaliman têkoşiyan e, beriya her kesî jin in. Yek ji mînakên vê li Komara Domînîk a Latîn Amerîkayê rû daye. Li dijî dîktatoriya Leonîdas Trûjîllo ku ji salên 1930 heta 1961'ê şîdet li tevahiya civakê dikir, yên destpêkê li dij derketin jin bûn. Li dijî zextên destavêtinê ku dîktatoriya Trûjîllo ji bo teslîmgirtinê ferz dikir, xwişkên Mîrabal têkoşîneke bi rûmet meşandin û bûn parçeyek ji dîroka azadiyê ya jinan. Xwişkên Mîrabal di 25'ê Mijdara 1961'ê de ji aliyê leşker û çeteyên dîktator Trûjîllo ve bi hovane hatin qetilkirin. Nerazîbûna li hemberî vê hovîtiyê dawî li dîktatoriya Trûjîllo aniye."

DI TI SERDEMA DESTHILATDARIYÊ DE MÎNA YA DESTHILATDARIYA AKP'Ê ŞÎDET LI DIJÎ JINAN NEHATIYE KIRIN

Koordînasyona PJAK'ê da xuyakirin, ku asteke ji faşîzma Trûjîlloyan jî zêdetir, îro li Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê dîktator Erdogan û partiya wî AKP'ê ve tê meşandin û da zanîn ku li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî hemû rêxistinên ne AKP'yî teroreke mezin a dewletê hatiye meşandin û Tirkiye ber bi şerekî mezin ê navxweyî ve hatiye dehfdan. Di ti serdemeke desthilatdaran de mîna ya desthilatdariya AKP'ê şîdet li dijî jinê nehatiye bikaranîn. Qetilkirina jinan ti carî ewçend vekirî û zêde rû nedaye. Li rojavayê Tirkiyeyê, kujerên ku ji aliyê dozgerên AKP'yî ve bi kêmkirina ceza ya 'ji ber tehrîk'ê re serbest tên berdan, li nava klanan jinan qetil dikin. Çeteyên Qesrê û hêzên polîsên AKP'ê jî jin û ciwanên Kurd rojane hedef digirin û qetil dikin. Bi fermana Erdogan a 'Jin jî be, zarok jî be bikujin' re çeteyên qesrê û polîsên AKP'ê li nava kolan û taxên Kurdistanê hovîtiyek ji ya DAIŞ'ê girantir dimeşînin. Erdogan û partiya wî, li hebmerî vîna gel zêdegaviyê dikin. Di şexê Selamet Yeşîlmen a li ber mala xwe ya li Nisêbînê tevî zarokê xwe yê şeşemîn bi xwînxwarî hat qetilkirin de fazîşmek li Kurdistanê tê meşandin, ku zarokê di zikê dayikê de qetil dike. Li Farqînê serê mirîşkên gel jî jêkirin. Li Kurdistanê çi mirov, çi heywan çi jî dar, hemû zindî tên qetilkirin. Li cenazeyên mirovan îşkenceyeke hovane tê kirin. Bi tirsa ji sekna bi rûmet a li cenazeyên hevrêyên me yên jin re, bi qasî ku bi postalên faşîst binpê bikin, ji aliyê derûnî ve nexweş ketiye. Li dîwarê malên gelê me yê Farqînê yê berxwedêr, bi qasî ku dirûşmên nîjadperest, şoven, hearetan binivîsînin, pêkanînên faşîst derxistine asteke zêdegaviya li exlaqê. Faşîzma li Kurdistanê tê meşandin, rewşa îdeolojîk a asta herî bilind a zilamtiya serdest e. Yekane vîna ku dikare vê rewşê bişikîne û parçe bike, sekna rêxistinbûyî ya hevpar a jinan e. Dem hatiye ku jinên li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo parçekirina vê otorîterî, tekparêzî, pêkanînên antî demokratîk û faşîst ên îdeolojiya serdestiya mêr, ji bo ji hev belavkirianv ê yekê, ji pêşvebirina demokrasiya gel a xwe dispêre rêveberiyên herêmî û hunera xweparastinê re pêşengiyê bikin. Bi vê mîsyona pêşengiyê re divê jin hemû berê xwe bidin pêngava pêşvebirina demokrasiya herêmî ya li Kurdistanê, xwedîderketina li vê pêşketina demokratîk. Ji ber ku ev gava bi vîn a gelê Kurdistanê avêt, havêna Tirkiyeya Demokratîk e. Mizgîniya Kurdistana Xweser a Demokratîk û Tirkiyeyeke Demokratîk a xwe dispêrin xwerêveberiyên herêmî. Lewma em bang li hemû jinên Tirkiyeyî dikin ku bibin hevparê vê pêşketinê, xwedî li vê berxwedana gel derkevin, destek bidin û tevlî bibin."

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê bi vî rengî qediya: "Gelê me dibîne ku derketina ji rejîma faşîst, bi projeya netewya demokratîk dibe û ji bo vê yekê têdikoş e, li ber xwe dide. Ev pêşketin ji bo hemû gel, bawerî û jinên li Tirkiyeyê dijîn, dibe referansa hevgirtinê. Li hemberî êrîş û şîdeta li dijî saziyên demokratîk û gelê me yê li gorî vê pîvanê xwerêveberiyê ava dike, xweparastin mafê herî rewa ye. Li hemberî van pêkanînên antî demokratîk-faşîzan ên sînorê exlaqê derbas kirine, ne tenê jinên Kurd, ji Derya Reş heta Egeyê, ji Marmarayê heta Kurdistanê divê hemû jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, ji bo bîranîna jinên li Pirsûs, Amed, Enqere, Farqîn, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê ji aliyê terora dewletê ve hatin qetilkirin û jinên her roj li nava kolanan ji aliyê mêrên pişta xwe dispêrin dewletê ve hatin qetilkirin, em têkoşînê bajar bi bajar, tax bi tax, gund bi gund, kolan bi kolan belav bikin û xwe birêxistin bikin."