Li Parîsê panela 25’ê Mijdarê
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li dijî Jinê li Şaredariya Malakoff a paytexta Fransa, Parîsê panelek hat lidarxistin.
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li dijî Jinê li Şaredariya Malakoff a paytexta Fransa, Parîsê panelek hat lidarxistin.
Li Malakoff ku wek şaredariyek pirçandî tê zanîn, moderatortiya panelê Seroka Rêxistinên Jinan ên “Women în War” Carol Mann kir. Di vekirina panelê de Mann, têkoşîna jinên Rojava bi bîr xist, got: “Îsal têkoşîna jinê li her çeperî bi bandor bû.” Mann destnîşan kir ku li hember DAIŞ’ê jinên bi rûmet ên Kurd mertalên bingehîn in. Pişte bi axaftina rola jinên Kurd ên di şoreşan de mafê axaftinê ji Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç wergirt.
Kiliç bi bîr anîna kesên di komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku bi taybet jî jinên Kurd vî dijminî baş nas dikin. Kiliç diyar kir ku di têkoşîna li hember DAIŞ’ê de Kurd ji bo hevpariya bi gelan re amade ye, destnîşan kir ku DAIŞ nûnerê asta herî jor ê pergala baviksalarî ye. Kiliç ragihand ku li hember hewldanên qirkirina jinê her wiha jenosîdê li tevahî qadên îdeolojîk, polîtîk û xweparastinê de mîsyona pêşengtiyê girtine ser milên xwe, perspektîfa esasî ya Tevgera Jinên Kurd, “Xweparastin garantiya azadiya jinan e” vekir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em di têkoşînê de piştevaniyê bibihurin û hevparbûyinê gerdûnî bikin.”
Piştî Kiliç, ji Kongoyê Odîle Wankûle axivî, diyar kir ku li hin herêmên Kongoyê pergala dayiksalarî hê jî serwer e. Wankûle destnîşan kir ku di nav jin û mêran de hin cudahiyên berpirsiyariyê hene, têkîldarî rola jinên Kongoyê yên di civakê de hin agahî parve kir. Wankûle ji pirtûka xwe ya li ser jinên Kongoyî nivîsandî beşek xwend û axaftina xwe bi dawî kir.
Piştre Nûrsel Kiliç bi Şaredarê Malakoff û encumenan re hin hevdîtin pêk anî, ji bo di pêvajoya pêş de aktîvîteyên têkoşîna jinên Kurd didin nasîn bên lidarxistin anî rojevê.
Aktîvîte ji bo têkoşîna jinên Kurd ên li Rojava û kesên di komkujiya Parisê jiyana xwe ji dane bi konserekê bi dawî bû.