JIN
Hemû Nûçe
-
Amadekariyên kongreya destpêkê ya ODGK qediyan
ODGK wê kongreya xwe ya destpêkê di 9'ê Çileyê de li Amedê pêk bîne. Bagitlayan têkildarî kongreyê axivî û ji jinan re got, "Werin em bi hev re azad bibin; jina azad wê rê li ber welatê azad veke." -
KJA'yê komkujiya li Qamişlo şermezar kir
Kongreya Jinên Azad êrîşên bombeyî yên li Qamişlo ku di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan şermezar kir. -
Jinên Kurd wê di salvegera Komkujiya Parîsê de li qadan bin
TJK-E, ji ber salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an xwe ji bo rêze çalakiyan amade dike. Di salvegera sêyemîn de ji bo şermezarkirina komkujiyê wê di 9'ê Çileyê de li Parîsê bi beşdariyeke girseyî meşek bê lidarxistin. -
KJA: Divê jin di navbera 1-9'ê Çileyê de li kolanan bin
KJA'yê, aşkerenekirina kiryarên komkujiya Parîsê ya 3 jinên şoreşger lê hatin qetilirin, weke parçeyek ji konsepta şîdetê ya li hemberî gelê Kurd binav kir. KJA'yê bang li hemû jinan kir ku di salvegera komkujiyê de dakevin qadan. -
KJK: Em ê 2016'an bikin sala hevdîtina bi Rêber Apo re
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe di sala nû de mezintir bikin û got, "Em ê 2016'an bikin sala hevdîtina bi Rêber Apo re." KJK'ê ji bo sala nû banga bilindkirina berxwedanê kir. -
Jinên Cizîrî: Yên li ber xwe didin zarokên me ne
Jinên Cizîrî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê yên ji bo qirkirinê dan û destnîşan kirin, ku yên taxên wan diparêzin zarokên wan e. Jinan gotin, "Dewleta ku hewl dide bajêr dagir bike, li vê derê biyanî ye." -
Jinên Kurd kartên sersalê ji Ocalan re şandin
Jinên Kurd ên li Parîsê, kartên sersalê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin. -
Li Rihayê konferansa jinan hat lidarxistin
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi şiyara "Gotinên me hene, hêza me ya guherînê heye" li Rihayê konferans lidar xist. -
Jinên ciwan ên Rojavayî ji bo Bakur meşiyan
Tevgera Jinên Ciwan a Dirbêsiyê, ji bo destekê bide berxwedana xweseriyê ya li Bakurê Kurdistanê, meşek organîze kir. -
'Eger em bi hev re bixebitin, bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin'
Koordînasyona KJK'ê ji bo girtiyên PAJK û PKK'yî peyama sersalê weşand û got, "Di sala nû de li ser bingeha azadî û berxwedanê, weke gel û jinên Kurd em ê bêhtir bi xurtî bersivê bidin." -
Jinên Kurd bi rêze çalakiyan re dewleta Tirk protesto kirin
Jinên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne, rêze çalakî lidar xistin. -
KJA'yê berxwedana jinên Roboskî silav kir
KJA'yê, di salvegera 4. de komkujiya Roboskî şermezar kir û li dijî komkujiyan banga xurtkirina têkoşîn û berxwedanê kir. -
Li Troîsdorfê Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan ava bû
Li bajarê Elmanya Troîsdorfê, jinên ku bi salane bi rêbaza komîsyona jinê dixebitin Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan îlan kirin. -
Jinên KJA’yî: Erdogan mehkûm e ku di xendekan de bê veşartin
Koordînasyona Stenbolê ya KJA, li 3 nuqteyên Stenbolê qetlîamên dewleta Tirk û înfazên jinan ên her diçe zêde dibe protesto kir. -
Qetilkirina jinan li Nisêbînê hate şermezarkirin
Aktîvîstên KJA’yê yên herÊma Mêrdînê li Nisêbînê li hev kom bûn û bi meşekê êrîşên dewletê yên li hember jinan şermezar kirin. -
Li Wanê jinan qetlîam protesto kirin
Li Wanê jinên di pêşengiya KJA’yê de hatin cem hev qetlîam û qedexeyên kolanan protesto kirin. -
Jinên Dêrsimî bi dengekî bilind gotin: Kujerê jinan dewlet e
Jinê Dêrsimî li dijî qetilkirina jinan û polîtîkayên şer çalakiyek lidar xistin. -
Jinên Kurd li Elmanyayê balafirgeh û televîzyon dagir kirin
Li bajarên Frankfûrt û Maînzê, bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, hat şermezarkirin. -
Jinan li Parîsê bi awayekî komî name ji Îmraliyê re şandin
Însiyatîfa Jinên Kurd a li herêma Vîllebelle ya li Parîsê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî komî kartên sersalê şand. Jinan tevî zarokên xwe, hest û ramanên xwe li kartpostalan nivîsandin. -
Erbay û Oter ji aliyê hezaran hat oxirkirin
Jinên şoreşger, Yeliz Erbay û Şirin Oter ên ji alîyê polîsên Tirk ve hatin qetil kirin, ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin. -
Ji Berlînê banga xwedîderketina li xwerêveberiyê
Di çalakiya "edalet û ronahiyê" ya ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez mîna her Çarşemê îro jî hat lidarxistin de, banga ronîkirina komkujiyê hat kirin. -
Komelên Jinên Ciwan: Wê zîhniyeta Erdogan di xendekan de bê veşartin
Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan bi daxuyaniyek nivîskî ve qetilkirina Şîrîn Oter û Yelîz Erbay şermezar kir. Ji bo bîranîna şoreşgerên hatin qetilkirin, banga mezinkirina têkoşînê kir. -
Jinan kart ji Ocalan re şandin
Endamên TJK-E li Strasboûrgê, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kartpostan şandin. -
'Yek ji jinan birîndar bû û bi birîndarê hat qetilkirin'
Li Stenbolê, polîsên Tirk avêtin ser maleke li kolana 1149 a taxa Karadenîz a Gazîosmanpaşayê û du jinên şoreşger ên bi navê Şîrîn Oter û Yelîz Erbay qetil kirin. -
Li Marsîlyayê ji jinên Kurd protesto
Li bajarê Marsîlya yê Fransa çalakî li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk û Stasyona Trenê ya St. Charles hat lidarxistin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hat protestokirin.