Li Wanê jinan qetlîam protesto kirin
Li Wanê jinên di pêşengiya KJA’yê de hatin cem hev qetlîam û qedexeyên kolanan protesto kirin.
Li Wanê jinên di pêşengiya KJA’yê de hatin cem hev qetlîam û qedexeyên kolanan protesto kirin.
Li Wanê jinên di pêşengiya KJA’yê de hatin cem hev qetlîam û qedexeyên kolanan protesto kirin.
Li Wanê jinên di pêşengiya KJA’yê de hatin cem hev ji bo qetlîam û qedexeyên kolanan ên li ser Bakurê Kurdistanê protesto bikin, li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Wanê Caziye Dûman,
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê Derya Hayva, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên KJA tevlî çalakiyê bûn. Girseya ku di dest wan de wêneyên Ekîn Wan û jinên di pêvajoya dawiyê de li Cizîr, Silopiya, Farqîn, Sûr, Nisêbîn, Kerboranê hatin qetilkirin rakirin, dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Destpêka daxuyaniyê de polîsan heqaret li Derya Hayva kirin û bi daxwaza lêgerîna çenteyên jinan nêzî girseyê bû, alozî derket. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Wanê Derya Hayva diyar kir ku wê giliyê wî polîsî bike.
Li ser navê hevbirên KJA’yê jî Dîlek Guler daxuyaniya çapemeniyê da, wiha got: “Qetlîamên jinan ên li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran, Sûrê, encama siyaseta tinekirina dijberê xwe ya AKP’ê ye.” Guler destnîşan kir ku jin bi taybet tên hedefgirtin.
Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin, bi fîtikan ve heta avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajar meşiyan.