KJK: Em ê 2016'an bikin sala hevdîtina bi Rêber Apo re

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe di sala nû de mezintir bikin û got, "Em ê 2016'an bikin sala hevdîtina bi Rêber Apo re." KJK'ê ji bo sala nû banga bilindkirina berxwedanê kir.

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe di sala nû de mezintir bikin û got, "Em ê 2016'an bikin sala hevdîtina bi Rêber Apo re." KJK'ê ji bo sala nû banga bilindkirina berxwedanê kir.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) da zanîn ku wan salake bi têkoşîn û berxwedaneke bênavber li dû xwe hiştine û destnîşan kir, ku tevî destketiyên li gelemperiya Kurdistanê, di sala 2015'an de li Bakurê Kurdistanê pêngava avakirina jiyana azad hatiye destpêkirin. KJK'ê ragihand ku gelê Kurd êdî jiyaneke bêstatu qebûl nake û bi vê pêngavê dest bi sala 2016'an dike.

KJK'ê da zanîn ku sala 2015'an bûye saleke ku têkoşîna azadiyê derbasî qonaxeke nû bûye û diyar kir ku tevî gel, jinên Kurd jî bi fedekarî û biryardariyeke mezin pêşengî ji berwedanê re kiriye.

Di daxuyaniyê de, di şexsê cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê, hemû cangoriyên di sala 2015'an de li çar aliyên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî û got, "Bi taybetî, em ê xeyalên jiyana azad ên zarokên me, jinên me yên ciwan, dayikên me yên jiyana xwe ji dest dan, bi cih bînin. Em ê bi xeyal û berxwedana wan re, di sala 2016'an de xwe bigihînin encamê û ji sedî sed bi ser bikevin. Em ê têkoşîna xwe di sala nû de mezintir bikin, berxwedanê bilindtir bikin û gavên şênber zêde bikin.

Û em ê sala 2016'an bi vî rengî bikin sala hevdîtina bi Rêber Apo re. Divê were zanîn ku têkoşîna zadiyê çiqasî were mezinkirin, wê ewqasî pêkan be ku mercên dîlgirtinê yên Rêber Apo ji holê werin rakirin. Lewma em sala 2016'an weke sala parçekirina sîstema dîlgirtinê ya Îmraliyê parçe bike dinirxînin û bi vî rengî nêz dibin. Ev armanca me ne xeyal e, gelekî rasteqîn e. Em dikarin bi ser bikevin. Ji ber ku em gelê herî berxwedêr, tevgera azadiyê ya radîkal û ya herî têkoşer in.

Li ser vê bingehê, weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd di serî de jin em tevahiya gelê xwe silav dikin û şehîdên xwe yên sala 2015'an bi minetdarî bibîr tînin. Em soz didin ku bi serxistina têkoşînê re em ê bersivê bidin bîranîna wan. Em bang li tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku di sala nû de berxwedanê mezin bikin."