KJA'yê berxwedana jinên Roboskî silav kir

KJA'yê, di salvegera 4. de komkujiya Roboskî şermezar kir û li dijî komkujiyan banga xurtkirina têkoşîn û berxwedanê kir.

Kongreya Jinên Azad (KJA), ji ber salvegera 4. a komkujiya Roboskî daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujî careke din şermerzar kir. KJA'yê bal kişand ser girîngiya pêvajoya heyî û destnîşa kir, ku li hemberî êrîşên dijwar ên li Kurdistanê tên kirin, divê têkoşîneke dîrokî bê meşandin.

KJA'yê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Ev têkoşîna azadiyê ya sedsalan e li Kurdistan û Rojhilata Navîn bê navber didome. Îro li hemû Kurdistanê jin li Farqîn, Cizîr, Silopiya, Şengal, Şirnex, Pirsûs, Kobanê, Gever, Kerboran, Sûr, Til  Temir, Nisêbînê li ser piyan in. Li 150 gund, tax, bajarok, navçe û bajarên Kurdistanê ji bo  xwerêveberiyê têkoşîn û  berxwedaneke serbilind li qadan didomîne."

Di daxuyaniyê de komkujiya Roboskî hat şermezarkirin û berxwedana jinên Roboskî weke mînakek ji dîrokê hat pênasekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo me berxwedana Roboskî;  sînor nenas e, serî netewandin e, exlaq û wijdan e" û hat destnîşankirin ku Kurdistan wê 34 canên ciwan ti carî ji bîr neke.

KJA'yê careke din sersaxî ji malbatan re xwest û got, "Rêya we ya li ser şopa azadî, maf û edaletê, rêya me ye."

KJA'yê bang li hemû aştîxwaz, demokrat, jin û mafnasan kir ku li hemberî komkujiya Roboskî û hemû komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, bêdeng nemînin û dakevin qadan.