Jinan li Parîsê bi awayekî komî name ji Îmraliyê re şandin

Însiyatîfa Jinên Kurd a li herêma Vîllebelle ya li Parîsê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî komî kartên sersalê şand. Jinan tevî zarokên xwe, hest û ramanên xwe li kartpostalan nivîsandin.

Zarokan bi gotina 'Em ji Serok re wêne çêdikin', resmê gulan, yê çûkan û yê zarokan çêkirin. Jinan diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were rakirin û der barê tecrîdê de dosya pêşkêşî rayedarên fermî yên Fransayê, şaredarî û saziyên civakî yên sivîl kirin.