Jinên Kurd kartên sersalê ji Ocalan re şandin
Jinên Kurd ên li Parîsê, kartên sersalê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.
Jinên Kurd ên li Parîsê, kartên sersalê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.
Li paytexta Fransa Parîsê di nava hefteyekê de li du herêman meclîsên jinan hatin îlankirin. Li banliyoya Vîlleneûve Saînt Georgesê, bi tecrûbeya salan Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan ava bû. Piştî ragihandina meclîsa jinê, jinên Kurd bi wesîleya sersalê kart ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.
Tevî ku nizanin bê ev kart wê bigihêjin 'Serok Apo' yê di dilê wan de ye, hemû jî hevokên herî bedew li hev dicivînin. Bi dehan jin ku hin jê bi hesreta wî ne, hin jê qet wî nas nakin, hin jê bi tenê navê wî ji dirûşmên dayika xwe dizanin, hin jê bi bîranîn û rêberiya wî mezin bûne, hin jê jî bi hewldanên wî yên ji bo jinên Kurd ji nû ve bûye xwe bi xwe, jin, zarok û dayikên Kurd kart nivîsandin û şandin.
Her çend înternet, mail, telefon rêyên bingehîn ên ragihandina roja îro ne jî, ji ber girtîgeh û tecrîda giran, jin bi kartpostalan hewl didin xwe bigihînin Rêberê xwe. Hin jê hest û ramanên xwe, hin zarokan jî wêneyê destê xwe çêkirin û jê re şandin. Hêvî, daxwaz, hesret, tinebûn, destketî hemû di van kartan de civiyan û bi rêya jinên li Parîsê ji Îmraliyê re hatin şandin.