Li Rihayê konferansa jinan hat lidarxistin
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi şiyara "Gotinên me hene, hêza me ya guherînê heye" li Rihayê konferans lidar xist.
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi şiyara "Gotinên me hene, hêza me ya guherînê heye" li Rihayê konferans lidar xist.
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi şiyara "Gotinên me hene, hêza me ya guherînê heye" li Komeleya Çand û Hûnerê ya Rihayê (UKSM) konferans lidar xist. Parlemetera HDP’ê ya Riha Dîlek Ocalan, Hevseroka HDP’ê ya bajêr Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek kes beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Ozbîngol axivî û diyar kir, ku divê jin li her qada lê dijî xwe rêxistin bike, dengê xwe, rengê xwe û cudabûna xwe nîşan bide. Ozbîngol got: "Hilberîna jinan, xuliqandin û nêrîna wê, wê hêz bide vê pêvajoyê."
Parlemetera HDP’ê yê Riha Ocalan jî got: "Bi komkujiyan re dixwazin jinê ji siyasetê vegirin û cihê xwe qels bikin. Jinên ku bi paçên spî pêşî li şer digirin, hedef tên girtin. Bi rêya konferansê wê ev têkoşîn bi perspektîfên azadiya jinê re tacîdar bibe."
Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyêre girtî berdewam kir.