TJK-E, ji ber salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an xwe ji bo rêze çalakiyan amade dike. Di salvegera sêyemîn de ji bo şermezarkirina komkujiyê wê di 9'ê Çileyê de li Parîsê bi beşdariyeke girseyî meşek bê lidarxistin.
Di salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de, ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, ji bo şermezarkirina komkujiyê û bilêvkirina daxwaza aşkerebûna kujeran, wê rêze çalakî were lidarxisitn.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin, ku her çend di ser komkujiyê re 3 sal derbas bûne jî ji bo ronîkirina komkujiyê gaveke cidî nehatiye avêtin.
TJK-E bibîr xist ku gelek belgeyên li ser têkiliya navbera MÎT û Omer Guney de li çapemeniyê jî derketine holê û ev yek destnîşan kir: "Di mijara berpirsyariyên dewletên Tirkiye û Fransayê de, pêşketineke bê dîtin nîne.
Xuya ye ku wê doz di sala 2016'an de destpê bike. Bi vê dozê re yê bê darizandin bêguman wê dewleta Tirk be. Bi meha Çileyê re, ji bo ronîkirina komkujiyê û dîtina kiryaran, em ê têkoşîna hiqûqî, siyasî û çalakiyan bixin rojeva xwe."
TJK-E bibîr xist ku komkujiya Parîsê di demeke ku li Îmraliyê hevdîtin dihat kirin de pêk hatiye û got, "Divê bê zanîn ku Rêbertî ji bo vê komkujiyê gotibû 'Ha Sakîne qetil kirine, ha ez qetil kirine' û weke bicihanîna stratejiya qirkirina fîzîkî û siyasî ya li hemberî gelê Kurd pênase kiriye. Di qonaxa heyî de, ev stratejiya bi komkujiya Parîsê re ket meriyetê, hînê didome.
Di nava 3 salên derbasbûyî de, ji aliyê belaya terorê DAIŞ'ê ku bi destê TC-hikûmeta AKP'ê û bi pêşengiya hêzên mîmarê komploya naneteweyî ve hat afiarndin komkujî û êrîşên giran kir, berxwedana li hemberî van êrîşan hat nîşandan li tevahiya cîhanê hat naskirin, têkoşîna rewa û mafdar a gelê Kurd ji tevahiya cîhanê re hat nîşandan û di şexê Rojava û Şengalê de mirovahiyê xwe ji nû ve gihandiye nirxên xwe yên exlaqî û moralê.
Di meşa xwe ya îsal a 9'ê Çileyê de, wê mijarên; xwedîderketina li xwerêveberiyên li Kurdistanê, berxwedan û têkoşîna di vî warî de tê nîşandan û xurtkirina vê berxwedanê ji Ewropayê ve, derkevin pêş.
Berxwedana ku bi hefteyan e li Kurdistanê, li pişt xendek û bendan kolan bi kolan, tax bi tax li hemberî hêzên mêtînger tê meşandin, ji aliyê jin û ciwanên berxwedêr ên Kurdistanî ve tê kirin.
Li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Farqîn, Gever û Silopiyayê, ji bo Kurd bibin xwedî statu, hebûna xwe biparêzin û azad bibin, berdêlên gelekî mezin tên dayîn. Bi meşa xwe ya li Parîsê re em ê vê berxwedana dîrokîs ilav bikin û soza afirandina Kurdistana azad û civaka azad a me dane şehîdên xwe bi cih bînin. Li ser vê bingehê, em ê meşa şoreşê ya ku hevrêya me Sakîne ku bi rastiya Kurdistan di bin mêtîngeriyê de ye destpê kir, em ê îro bi şêweyê derxistina mêtîngeriyê ji Kurdistanê bi cih bînin.
Li ser vê bingehê, ji bo sekinandina her şêwe pavşerûtî û qirkirina siyasî-fîzîkî, ji bo xwestina azadiyê, dilsoziya bi bîranînên hevrê Sara-Rojbîn û Ronahî û ji bo careke din daxwazên wan ên ji bo jiyaneke azad bilêv bikin, em ê di 9'ê Çileya 2016'an de li Parîsê bin."
PLANSAZIYA ÇALAKIYAN
Roja 4'ê Çileyê wê galaya dokûmantera "Jiyana min her şer bû" ya Sakîne Cansiz li Parîsê bê kirin.
6'ê Çileyê roja Çarşemê wê li gelemperiya Ewropayê meş û mîtîngên girseyî werin lidarxistin.
Dİ 9'ê Çileyê de wê li Parîsê meşeke navendî bê lidarxistin.
Li hemû komeleyên li Ewropayê wê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez hefteyekê goşeya şehîdan bê amadekirin û bîranîn werin organîzekirin.
28'ê Çileyê wê li Parlamenta Fransayê konferansek bi mijara "Cînayetên Polîtîk û Hiqûq" pêk were.
29'ê Çileyê wê dokûmantera "Sara-Jiyana min her şer bû" li bajarê Hollanda Rotterdamê bê nîşandan.
Çalakiyên Çarşemê wê di sala 2016'an de bi dirûşma "Ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê û ji bo edaletê em nobedê digirin" bên lidarxistin.
Çalakiyên li Parîsê jî wê tevahiya salê li ber Parlamenta Fransayê bên lidarxistin. Di çalakiyan de wê bal were kişandin ser cînayetên polîtîk ên li Parîsê hatine kirin.