Jinên Dêrsimî bi dengekî bilind gotin: Kujerê jinan dewlet e
Jinê Dêrsimî li dijî qetilkirina jinan û polîtîkayên şer çalakiyek lidar xistin.
Jinê Dêrsimî li dijî qetilkirina jinan û polîtîkayên şer çalakiyek lidar xistin.
Bi pêşengiya KJA'yê jinên Dêrsimî li Kolana Hunerê li hev civiyan û bi lêdana li beroş, tawe, pîspîsk, çepik û erbaneyê, dest bi meşê kirin. Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Edîbe Şahîn jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Kujerê jinan dewlet e" hat hilgirtin.
Jinan di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Dewlet a kujer ji Kurdistanê bicehime" û "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin" ber bi Pira Mamekî ve meşiyan û li vir çalakiya rûniştinê pêk anîn. Jinan rê li çûn û hatinê girtin.
ŞAHÎN: EM RÛYÊ QETLÎAMKER Ê DEWLETÊ BAŞ DINASIN'
Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn di dema çalakiya rûniştinê de daxuyaniyek da û diyar kir ku kirdeya jiyanê jin tên qetilkirin. Şahîn got, "Em weke jinên Elewî, vî rûyê dewletê baş dinasin. Em vî rûyî, mîna komkujiya Dêrsim 1938'an, îro jî di komkujiyên li herêmê de dibînin. Weke jin em ê li hemberî komkujiyan we birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."
ATAŞ: EM SOZ DIDIN, EM Ê BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN
Endama KJA Cemîl Ataş jî bi zaravayê Kirmanckî daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku tê zanîn, di têkoşîna li hemberî şerê qirêj de, berxwedêr û lehengên herî xurt ê gel, ji nava jinan derketine holê. Ataş da xuyakirin, ku dewlet ji ber vê yekê polîtîkayên xwe yên şerê gemarî li hemberî jinan dimeşîne.
Ataş got, "Li Stenbol, Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Farqîn, Dêrik û Kerboranê dewlet jin û zarokan qetil dike. Em soz didin ku bi mezinkirina berxwedanê re em ê berpirsyariya xwe ya li pêşberî dîrokê bi cih bînin."