Jinên Kurd bi rêze çalakiyan re dewleta Tirk protesto kirin

Jinên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne, rêze çalakî lidar xistin.

Jinên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne, rêze çalakî lidar xistin.

MUNCHEN

Li bajarê Elmanya Munchenê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk kon hat vedan. Konê ku wê du rojan vekirî be ji aliyê Komuna Jinê ya Sara ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de terora dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd hat şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.

Jinan ji bo agahdarkirinê belavok belav kirin û li kon wêneyên mirovên di komkujiyên dewletê de hatin qetilkirin, hatin daliqandin. Çalakî wê îro danê êvarê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

HANNOVER

Li bajarê Elmanya Hannoverê, li ser banga Meclîsa Jinê ya Ronahî, bi çalakiyeke bêdeng re terora dewleta Tirk hat lenetkirin.

Jinan navên zarokên di nava du mehên dawî de ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatin qetilkirin, li paçekî spî nivîsandin û banga xwedîderketina li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwerêveberiyan kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, endamên Komeleya Jinên Kurd-AVESTA, dosyayek li ser rewşa li Bakurê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) kirin.

Jinên li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya li Viyanayê civiyan, pankart û dowîzên ji wêneyên sivîlên di berxwedana xwerêveberiyê de hatin qetilkirin, hilgirtin.

Ji rêveberiya AVESTA du nûneran dûre dosyayek li ser rewşa li Bakurê Kurdistanê û tecrîda li ser Ocalan, pêşkêşî rayedarên Rêxistina Efûyê kirin. Jinan ji nûnerên Rêxistina Efûyê re rewşa li Kurdistanê ragihandin û bang hişyariyê kirin.

Rêveberên Rêxistina Efûyê jî dan xuyakirin ku ew rewşa li Tirkiyeyê ji nêz e dişopînin û ew ê daxuyaniyên pêwîst, piştî lêkolîneke 'têrker' bikin.

...