KJA'yê, ji ber sêyemîn salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an, ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz û du jinên şoreşger Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KJA'yê di daxuyaniya xwe de Cansiz, Dogan û Şaylemez bibîr anî û xwest kiryar hemû werin aşkerekirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku qetilkirina her sê jinên şoreşger dewama komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û hat destnîşankirin, ku aşkerenekirina berpirsyarên komkujiyê, parçeyek ji polîtîkaya komkujiyê ya li hemberî gelê Kurd e.
'EM Ê KONSEPTA KOMKUJIYÊ TÊK BIBIN'
KJA'yê da xuyakirin, ku li hemberî hêzên komploker ên ji bo şinadina berxwedana jinê ya di şexsê Sakîneyan de roj bi roj mezin dibe, bi xwînxwarî êrîş dikin, ew ê têkoşînê mezintir bikin û di şexsê jinê de konsepta komkujiyê ya li hemberî gelê Kurd têk bibin.
Hat ragihandin, ku weke KJA ew ê ti carî xwe ji têkoşîna azadiyê venegerin, çi berdêl di vê oxirê de pêwîst be ew ê bidin û heta bidestxistina azadiya xwe ew ê weke hêza pêşeng têkoşînê bidomînin.
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin; "Bi vê biryardariyê re, ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an, em bang li hemû jinan dikin ku di navbera 1-9'ê Çileyê de bi şiyara 'israra di berxwedanê de, bersiva herî mezin a li komployê ye' dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.
Roj roja mayîna li ser piyan, parastina nirxên xwe û xwedîderketina li vîna xwe ye. Roj bi berxwedanê re roja bidestxistina azadiyê, azadkirina gelê me ye."