Amadekariyên kongreya destpêkê ya ODGK qediyan
ODGK wê kongreya xwe ya destpêkê di 9'ê Çileyê de li Amedê pêk bîne. Bagitlayan têkildarî kongreyê axivî û ji jinan re got, "Werin em bi hev re azad bibin; jina azad wê rê li ber welatê azad veke."
ODGK wê kongreya xwe ya destpêkê di 9'ê Çileyê de li Amedê pêk bîne. Bagitlayan têkildarî kongreyê axivî û ji jinan re got, "Werin em bi hev re azad bibin; jina azad wê rê li ber welatê azad veke."
ODGK wê kongreya xwe ya destpêkê di 9'ê Çileyê de li Amedê pêk bîne. Bagitlayan têkildarî kongreyê axivî û ji jinan re got, "Werin em bi hev re azad bibin; jina azad wê rê li ber welatê azad veke."
Jinên Ciwan ên Demokratîk û Azad (ODGK) wê bi dirûşmeya "Rêberê azad, jina azad û welatê azad' di 9'ê Çileyê de li Navenda Sporê ya Peyas a Amedê 1. Kongreya Asayî lidar bixin.
Ji ODGK'ê Fatma Bagitlayan da xuyakirin ku ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê bi sedan jin beşdarî kongreyê bibin. Bagitlayan got, "Wê bibe kongreyeke rengîn û berfireh. Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê wê 400 delege û ji Ewropayê jî zêdeyî hezar jinên ciwan ên sosyalîst, çep û demokrat beşdarî kongreya me bibin."
JI BO BÎRANÎNA SÊ JINÊN ŞOREŞGERÊN
Bagitlayan got, "Em ê 1. kongreya xwe ji bo bîranîna sê şitlên li Parîsê hatin qetilkirin pêk bînin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Sedemeke xwe ya taybet heye ku ji bo lidarxistina kongreyê di vê dem ê de. Di 9'ê Çileyê de ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz û hevalên wê, bi êrîşeke xayinî hatin qetilkirin. Tevî ku di ser komkujiyê re sal derbas bûn jî, kujer hînê nehatine aşkerekirin û hesab nehatiye pirsîn. Ji ber vê yekê, me xwest di vê demê de kongreya xwe pêk bînin ku hem di salvegerê de van jinên şoreşger bibîr bînin hem jî nîşan bidin ku em li ser şopa wan dimeşin."
'EM Ê RÊXISTINBÛYÎN Û AZADBÛYÎNÊ BIDOMÎNIN'
Bagitlayan diyar kir ku wê di kongreyê de mijarên; polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îlanên xwerêveberiyê û rêxistinbûyîna jinê nîqaş bikin.
Bagitlayan got, "Weke ku tê zanîn li Kurdistanê û gelek deverên cîhanê jin ji aliyê zîhniyeta dewletê û mêr ve tên qetilkirin. Bi taybetî di nava çend mehên dawî de li Kurdistanê, bi îlanên xwerêveberiyê re ev yek derketiye asta herî bilind. Hema hema her roj jinek ji aliyê dewletê ve tê qetilkirin." Bagitlayan di dewama axaftina xwe de got, "Dewlet ji ber ku dizane li cihê jina rêxistinbûyî lê hebe, ew ê berxwedan lê bê nîşandan, jin, ciwan, extiyar, zewicî, ducanî hemû jinan qetil dike. Li hemberî vê yekê weke jinê ciwan em vê dibêjin; Bi komkujî, şîdet û zextê re hûn nikarin çavê me bitirsînin. Çi dibe bila bibe em ê rêxistinbûyîn û azadbûyîna xwe bidomînin."
'EM BI HEV RE AZAD BIBIN'
Bagitlayan ragihand ku ji bo amadekariyên kongreyê ew ji çar aliyan ve dixebitin û got, "Ev ê bibe kongreya me ya destpêkê. Lewma em hemû gelekî bi kelecan in. Amadekariyên me hema hema qediyan e.
Bagitlayan herî dawî bang li hemû jinan kir û got, "Werin em bi hev re azad bibin; jina azad wê rê li ber welatê azad veke."