KJA'yê komkujiya li Qamişlo şermezar kir

Kongreya Jinên Azad êrîşên bombeyî yên li Qamişlo ku di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.

Kongreya Jinên Azad êrîşên bombeyî yên li Qamişlo ku di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.

KJA'yê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di vê dema dîrokî de serdest li dijî berxwedana jin, gel û baweriyên cuda neqşeriya 1915 ku wekî mora reş li eniya wan dîsa dixwazin li gorî  berjewendiyê xwe biguherînin. Tê zanîn ku ev guhertin û veguhertin êdî  bi vîna tevgera azadixwazan çêdibe. Ji vê sedemê hêzên tarî her roj êrîşan li ser Kurdistanê bi taybetÎ li hemberî jin, gel û baweriyên cuda pêk tînin.

Îro li tevahiya Kurdistanê û li Rojhilata Navîn, li Farqîn, Cîzir, Sîlopiya, Şengal, Şirnex, Pirsûs, Kobanê, Gever, Kerboran, Sûr, Til  Temir, Nisêbîn û herî dawî jî Qamişlo ku reng û dengê baweriya jinan êrîş dikin.  Lê li gund, tax, bajarok, navçe û bajarên Kurdistanê, Mezopotamya li dijî komkujiyan berxwadana rûmet didome."

Kongreya Jinên Azad (KJA) komkujiya li Qamişlo şermezar kir û da zanîn ku ev êrîş ne ji ber xwe ve rû daye û got, "Tê zanîn ku  yekitiya Qamişlo-Nisêbînê yekitiya gelên dilê Mezopotamyayê ye"

Daxuyaniya KJA'yê bi vî rengî dewam kir: "Ji bo me yekitî  sînor nenas e, serî netewandin e, exlaq û wîcdan e. Dîsa em hemû komkujiyên li Kurdistanê di berxwedana Qamişlo de pênase dikin û êşa we ya hemû Kurdistanê dihesibînin. Em ti carî ji bîr nakin, em ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet,  ji malbatan re serxaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa diwazin. Rêya we ya di şopa azadî, heq û edaletê de rêya me ye. Heta hêzên tarî  bi dawî bibin em ê têkoşînê bidomînin. Careke din bangî aştîxwaz, demokrat, jin û mafnasan dikin ku li dijî komkujiya li Qamişlo hatiye kirin bêdeng nemînin."

Roja 30'ê Kanûna 2015'an saet di 22:05 de li dijî Xwaringeha Meyamî ya li taxa El-Wista û Xwaringeha Gabiryêl a li taxa Siyahî yên bajarê Qamişloyê du êrîşên bombeyî hatibûn kirin. Ji ber êrîşanj 18 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî 30 kes birîndar bûbûn.