Jinên ciwan ên Rojavayî ji bo Bakur meşiyan

Tevgera Jinên Ciwan a Dirbêsiyê, ji bo destekê bide berxwedana xweseriyê ya li Bakurê Kurdistanê, meşek organîze kir.

Bi sedan jinên ciwan ên li ber Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Dirbêsiyê li hev civiyan, ji bo destekê bide berxwedana xweseriyê ya li Bakurê Kurdistanê meşiyan.

Ciwanan bi qîrîna dirûşmeyan, berxwedana gelê Bakur silav kirin û êrîşên hovane yên dewleta Tirk şermezar kirin. Meş li ber konê ji bo destekkirina berxwedana Bakur hatiye vedan, bi dawî bû.

Hat ragihandin, ku çalakiyên ji bo destekkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê wê di rojên pêş de jî bidomin.