Komelên Jinên Ciwan: Wê zîhniyeta Erdogan di xendekan de bê veşartin

Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan bi daxuyaniyek nivîskî ve qetilkirina Şîrîn Oter û Yelîz Erbay şermezar kir. Ji bo bîranîna şoreşgerên hatin qetilkirin, banga mezinkirina têkoşînê kir.

Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan bi daxuyaniyek nivîskî ve qetilkirina Şîrîn Oter û Yelîz Erbay şermezar kir. Ji bo bîranîna şoreşgerên hatin qetilkirin, banga mezinkirina têkoşînê kir. 

Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan ji bo bîranîna Şîrîn Oter û Yelîz Erbay ên ku li Stenbolê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta hesab ji zîhniyeta dewleta qetlîamker bê pirsîn wê têkoşîn bidome, li dijî qetlîaman banga qadan li tevahî ciwan û jinan kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên dewletê jinên berxwedêr dike hedef, wiha berdewam kir: “Sîstema dewleta zilam serwer a ku hewl dide her jina berxwedêr di nav tora xwe ya serweriyê de tine bike, dema bi ser nekeve jî bi her cure tehdît, tecawiz û qetlîamê pêk tîne, herî dawî li Gazîosmanpaşaya Stenbolê du hevalên me yên jin ên mîlîtanên MLKP’ê qetil kir. Berxwedana bi taybet li Kurdistanê û bi giştî li Tirkeyê derket holê û şerê hundirîn ê derket pêş, êdî tevahî beşên alîgirên azadî û demokrasiyê dorpêç kiriye û di pêşengiya jina berxwedêr de ruhekî mûazzam ê berxwedanê derxistiye holê. Rewşa ku dewleta Tirk û gladiyoya Qesrê nikare tehamul bike jî ev e. Zîhniyeta zilam serwer û dewleta qetlîamker nikare berxwedanê û îradeya jinê bişkîne û wek her tim difikire ku wê karibe bi qetlîaman me bê deng bike. Di encama vê fikra çewt de bila her kes bizanibe ku wê Erdogan û hevkarên wî di nav vî agirê berxwedanê de bişewitin. Heta ku em tola hevalên Yelîz û Şîrîn ên ku mîrateya têkoşînê ya ji Sarya Onuran, Ivana Hoffmannan û Arîn Mîrkanan ku di nav berxwedana enternasyonal a Kobanê de bi lehengî li ber xwe dan û bûn pêşeng, bi rûhekî fedaî berdewam kirin û tevahî şehîdên xwe, wê berxwedana me bidome û têkoşîna me wê kêliyekê jî nesekine. Li Tirkiyeyê bi zanebûna têkoşîna demokratîkbûyinê ji berxwedanek topyekun re derbas dibe ve xwe bi rêxistin kirin û tevlî berxwedanê bûn.”

 ‘DEWLETA Û ZÎHNIYETA ERDOGAN WÊ DI XENDEKAN DE BÊ VEŞARTIN’

Di daxuyaniyê de berxwedana li Kurdistanê pêş ketiye jî hat destnîşankirin û wiha hat gotin: “Zîhniyeta dewleta Erdogan û hevkarên wî yên ku di berxwedana di pêşengtiya jin û ciwanan a li Kurdistanê de hevalên Yelîz û Şîrîn qetil kirin, mehkûm in ku di xendekan û barîqatan de bên veşartin. Di serî de hevalên me yên jin, wê ti qetlîam bê hesab nemînin. Di vê pêvajoya ku pêngave me ya şoreşê ya li ser esasê yekîtiya têkoşîna gelan û bi armanca Kurdistanek azad û Tirkiyeyek demokratîk, herî nêzî serkitinê ye, em peyama tolhildana her du hevalên xwe didin.”

‘CIWAN Û JIN DIVÊ QADÊN XWE VEGUHERÎNIN QADÊN BERXWEDANÊ’

Di daxuyaniyê de herî dawî banga daketina qadan li ciwan û jinan hat kirin: “Em wek Komalên Jinên Ciwan em soza xwe nû dikin ku em ê bi bîranîn û armancên her du hevalên xwe yên mîlîtanên MLKP’yî ve girêdayî bimînin. Em ê vê pêngava şoreşê ya di pêşengiya jina azad de pêş dikeve bi serketinê ve tacîdar bikin û ji vê zîhniyeta qetlîamker re bi serhildanan ve bibin bersiv. Li ser vî esasî, em bang li tevahî jin û ciwanên ku alîgirên azadî û demokrasiyê ne dikin ku her qadên xwe veguherînin qada berxwedanê.”