Erbay û Oter ji aliyê hezaran hat oxirkirin

Jinên şoreşger, Yeliz Erbay û Şirin Oter ên ji alîyê polîsên Tirk ve hatin qetil kirin, ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin.

Jinên şoreşger, Yeliz Erbay û Şirin Oter ên ji alîyê polîsên Tirk ve hatin qetil kirin, ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin.

 Li Stenbolê Yeliz Erbay û Şirin Oter ên ji aliyê polîsan ve hatîn înfazkirin hatin defnkirin. Di merasîma cenaze de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag got: "Ser malan de digirin û mirovan qetil dikin. Li gel wan jî çekan dihêlin û ji bo wan dibêjin terorist."

Ji bo Yeliz Erbay û Şirin Oter ên li Taxa Karadeniz a navçeya Gaziosmanpaşa ya Stenbolê ku polîsan bi ser mala wan de girtîn û ew înfaz kirîn, li Mala Cem a Gaziyê merasîma cenaze hat lidarxistin. Cenazeyên Yeliz û Şirin ên ku duh bi şev birin Mala Cem a Gaziyê heta serê sibehê hevalên wan û malbatên wan li ber serê wan bûn. Bi boneya merasîma cenaze, li ser tevahî Cadeya Îsmetpaşa alên sor hatin daliqandin. Pankartên silavkirina helwesta rêxistinên şoreşger û jinên komunîst li pêşberî polîsan hatin vekirin. 

Dema ku welatî ji bo merasîma cenaze diherikîn ber mala cem, polîs ji bo tehrîkê bi wesayîtên zirxî li dora mala cem digeriyan. Gel bi dirûşmên "Polîsên qatil ji Gaziyê derkevin" ve bertek nîşandan.

Di merasîmê de Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Parlamenter Garo Paylan, xizmên kesên di qirkirina Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane û xizmên kesên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dane jî amadebûn.

Rêveberên HDP û HDK'ê, rêveberên Partîzan û partiyên şoreşger jî ji bo beşdarbûna merasîmê li mala cem amadebûn.

Di ketina mala cem de Figen Yuksekdag daxuyanî da çapemeniyê. Yuksekdag diyar kir ku di nava 5 mehan de 5 jinên şoreşger hatin înfazkirin û wiha domand: "Ser malan de digirin û mirovan qetil dikin. Li gel wan jî çekan dihêlin û ji bo wan dibêjin terorîs."

Yeliz û Şirin bi alên MLKP û KKO yê hatin pêçan û jinan hilgirtin ser milên xwe. Bi dirûşmên "Bijî Partiya Me MLKP" cenaze ji mala cem derxistin û bi tevlîbûna hezaran welatiyan merasîma cenaze destpê kir. Piştî merasîmê cenaze birin Goristana Gaziyê.

Piştî cenaze anîn goristanê û li gel çepik û sirûdan, spartin axê.