Jinên Cizîrî: Yên li ber xwe didin zarokên me ne

Jinên Cizîrî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê yên ji bo qirkirinê dan û destnîşan kirin, ku yên taxên wan diparêzin zarokên wan e. Jinan gotin, "Dewleta ku hewl dide bajêr dagir bike, li vê derê biyanî ye."

Jinên Cizîrî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê yên ji bo qirkirinê dan û destnîşan kirin, ku yên taxên wan diparêzin zarokên wan e. Jinan gotin, "Dewleta ku hewl dide bajêr dagir bike, li vê derê biyanî ye."

Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên dewletê yên li hemberî gel di roja 18. de dewam dikin. Jinên Cizîrî destnîşan kirin, ku ew hevparê berxwedana dîrokî ya tê nîşandan in. Jinên ku ji bo xwe ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin li qatê herî jêr ê avahiyekê nan lê dixin gotin, "Bila ti kes ne li bendê bin ku em zarokên xwe yên xaka me diparêzin tenê bihêlin."

Jinan anîn ziman ku weke hemû jinên li kolanan, ew bi hevparî tevdigerin û dan zanîn ku sînorên malê êdî ji bo wan nayê ti wateyê. Jinan ragihandin, ku hemû kolan û tax êdî malên wan e û destnîşan kirin, ku ew ê heta dawiyê xwedî li xwerêveberiyê derkevin.

Jinan bibîr xistin, ku ji roja ragihandina xwerêveberiyê û vir ve ew bi komunên xwe yên li kolanan re jiyana xwe hevpar dikin û gotin, "Li vê derê her kes hev nas dike. Em li van kolanan hebûna hêzên dewletê naxwazin. Li ser vê xakê yekane hêza biyanî, ew kesên bi tank û topan êrîş dikin e." Jinan diyar kir ku li taxê çandeke nû ya jiyanê tê hûnandin û got, "Me çav bernedane xaka ti kesî. Em dixwazin li ser xaka xwe, li gorî xwe bijîn. Ev yek zerarê nade kesî."

Jinan dan xuyakirin ku dewlet bi hemû hêza xwe re dixwaze kolanan dagir bike û got, "Ew ê nikaribin li van kolanan bimînin. Ev kolan ên me ne û yên li vê derê li ber xwe didin zarokên me ne. Li taxa me ti kesekî biyanî nîne. Her kesên li vir hatine qetilkirin sivîl in û zarokên li nava kolanan e."

Jinan ragihandin ku cenazeyên her kesên hatine qetilkirin li morgên nexweşxaneyên dewletê tên ragiritn û got, "Bila dewlet li wan cenazeyan binêre û bêje bê kîjan gerîla ye. Bila bêje bê kîjan ne ji Cizîrê ye. Bila bêje bê kîjan li nava kolanê nehat qetilkirin. Gelo Mîray a 3 mehî geîla ye? Yan jî kalê wê yê 75 salî Ramazan Înce gerîla ye?"

Jinan gotin, "Em ê zarokên xwe bi tenê nehêlin" û bang li tevahiya dayikên Kurd kirin ku li dijî mirinê dengê xwe bilind bikin. Jinan gotin, "Bila ti kes ne li bendê be ku dor wê neyê zarokê wan. Dewlet kê dibîne qetil dike. Her roj zarokan qetil dike. Yekane tişta li hemberî vê bê kirin, berxwedan e."