Jinên Kurd li Elmanyayê balafirgeh û televîzyon dagir kirin

Li bajarên Frankfûrt û Maînzê, bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, hat şermezarkirin.

Li bajarên Elmanya Frankfûrt û Maînzê, ji bo balkişandina ser komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, li balafirgeh û televîzyona ZDF'ê çalakiya dagirkirinê hat lidarxistin.

Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsên Jinê yên li Frankfûrt û Maînzê hatin lidarxistin de, dirûşma "AKP ji Kurdistanê bicehime" hat qîrîn.

Bi dehan jinan li balafirgeha Frankfûrtê ji bo 15 deqeyan çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.

'BÊDENGÎ HEVKARÎ YE'

Jinan piştre li avahiya ZDF ku yek ji mezintirîn qenalên televîzyonê yê Elmanyayê ye, çalakiya dagirkirinê pêk anîn. Jİnan bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, şermezar kirin û ji raya giştî xwestin, ku bikeve nava tevgerê. Jinan gotin "Bêdengî hevkariya sûc e."