Jinên KJA’yî: Erdogan mehkûm e ku di xendekan de bê veşartin

Koordînasyona Stenbolê ya KJA, li 3 nuqteyên Stenbolê qetlîamên dewleta Tirk û înfazên jinan ên her diçe zêde dibe protesto kir.

Koordînasyona Stenbolê ya KJA, li 3 nuqteyên Stenbolê qetlîamên dewleta Tirk û înfazên jinan ên her diçe zêde dibe protesto kir. Jinên ku li yek ji van nuqteyana Qada Bakirkoyê hatin cem hev, destnîşan kirin ku wê teslîmî polîtîkayên qetlîamker ên AKP’e û Qesrê nebin. Jinan wiha got: “Dewleta Erdogan û zîhniyeta hevkarên wî yên li Kurdistanê di berxwedana di pêşengiya jin û ciwanan li Kurdistanê de pêş dikeve de jinan qetîldike, mehkûm e ku di xendek û barîqatan de bê veşartin.”

Koordînasyona Stenbolê ya KJA li Qada Bakirkoy bi şîara, “Berxwedan Jiyan e” hatin cem hev, qetlîamên dewletê yên li ser Kurdistanê û înfazên jinan ên li Stenbolê protesto kirin. Di çalakiyê de wêneyên Ekîn Wan, Dîlek Dogan, şehîdên Pirsûsê, Dîlan Kortak, Dayika Meryem, Selamet Yeşîlmen, Yelîz Erbay, Şîrîn Oter û gelek jinan hatin hilgirtin.

Jinan pankart vekirin, dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî”, “Gelê Kurdistanê Ne Bi Tenê Ye”, “Hêrsa Jinan Wê Qatilan Bixeniqîne” berz kirin. Li dijî hewldana provakasyona jinekê ya li Qada Bakirkoy, jinên KJA’yî mudaxele kirin, destûr nedan, bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Kurdistan” bûn bersiv.

 ‘EM Ê DÎKTATORTIYÊ QEBÛL NEKIN’

Di protestoyê de Berpirsa herêma sêyemîn a Stenbolê a KJA’yê Gulîstan Aydin mafê axaftinê yê destpêkê wergirt, got: “Em ê rê nedin dîktatortiya yek zilamî, em ê li hember qirkirina li Kurdistanê bê deng nemînin.”

‘ÎNFAZÊN JINAN ZÊDE BÛNE’

Piştî Gulîstan Aydin daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Bajar a KJA’yê Zerya Erdogan hat xwendin. Erdogan bi bîr xist ku dewleta Tirk li Silopiya, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Kerboran, Sûrê jinan û zarokan qetil dike, di van hefteyên dawî de li Stenbolê 5 jinên şoreşger qetil kiriye. Erdogan bal kişand ku ji 5’ê Hezîranê heta niha 38 di komkujiyên Pirsûs û Enqereyê, hejmara jinên hatine qetilkirin 70’î dibihure. Erdogan destnîşan kir k udi înfazên Gunay Ozaslan, Dîlek Dogan, Dîlan Kortak, Yelîz Erbay û Şîrîn Oter de hincet ne xendek bûn, bi awayekî aşkera îradeya gel û xwedî li vê îradeyê derketin e.

 ‘EM Ê LI HER DERÊ BI RUHÊ KOBANÊ LI BER XWE BIDIN’

Erdogan wiha axivî: “Dewleta Erdogan û zîhniyeta hevkarên wî yên li Kurdistanê di berxwedana di pêşengiya jin û ciwanan li Kurdistanê de pêş dikeve de jinan qetîldike, mehkûm e ku di xendek û barîqatan de bê veşartin.” Axaftinên xwe wiha bi dawî kir: “Bi pêşengiya jinan ne mimkûn e ku berxwedana xwerêveberiyan negihêje serketinê. Çawa li Rojava jinan pêşengiya demokratîk kirin, wê li her nuqteyê Kurdistan û Tirkiyeyê jî pêşeng jin bin. Bila dewleta hikûmeta AKP’ê vê baş bizanibe ku ew her bibin DAIŞ, wê gelên Tirkiyeyê jî bi ruhê Kobanê li ber xwe bidin.”

...