Ji Berlînê banga xwedîderketina li xwerêveberiyê
Di çalakiya "edalet û ronahiyê" ya ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez mîna her Çarşemê îro jî hat lidarxistin de, banga ronîkirina komkujiyê hat kirin.

Ji bo dîtin û darizandina kujerên komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, her Çarşemê li gelek bajarên Ewropayê çalakiya nobedê tê lidarxistin. Jinên Kurd bi van çalakiyanr e daxwaza ronîkirina komkujiyê li Fransayê dikin.
Navnîşana yek ji van çalakiyan jî paytexta Elmanya Berlîn pêşiya Sefaretxaneya Bilind a Fransayê bû. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Berlînê DESTDAN ve hat organîzekirin û bang li Fransayê hat irin, ku êdî komkujiyê ronî bike.
Di vê navberê de ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyan bi sedan kes li Brandenbûrg Tor civiyan û dewleta Tirk protesto krin. Di axaftinên li çalakiyê de banga xwedîderketina li xwerêveberiyan hat kirin û ji gelê Kurd ê li Ewropayê hat xwestin ku beşdarî mîtînga roja Şemiyê ya Dusseldorfê bibin.