Li Marsîlyayê ji jinên Kurd protesto
Li bajarê Marsîlya yê Fransa çalakî li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk û Stasyona Trenê ya St. Charles hat lidarxistin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hat protestokirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransa êrîşên dewleta Tirk ji aliyê jinan ve hat protestokirin. Komek jinên Endamên Meclisa Jinan a Arîn Mîrkan li hundirê Stasyona Trenê ya St. Charles û li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk çalakiya bê îtihatiya sivîl li dar xist.
Di çalakiya saetekê de têkildarî terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê derdor hat agahdarkirin. Di tevahiya axaftinên di çalakiyê de hate destnîşankirin ku li hember pêkanînên Kurdistanê bêdeng mayin, tê wateya hevkariyê. Bang hate kirin ku gelê Kurd berxwedan xwe ya mirovahiyê dike û li hember berxwedanê bê deng nemînin.
Di çalakiyê de dovîzên “ Li hember hovîtiyê bê deng nemîne” û “Xwerêveberî nabe sedema qetlîaman” hatin hilgirtin. Li qada çalakiyê hinek Fransî û mirovên ji gelên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn, piştgirî dan gelê Kurd.
Çend kesên Tirk jî xwestin çalakiyê proveqe bikin ji aliyê polîsan ve hatin biçavkirin.
Girse piştre çû pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirkiye, çalakiya xwe li vir domand. Girseyê nêzî 2 saetan çalakiya xwe li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk berdewam kir, li vir jî bi dirûşmên “Qatil Erdogan”, “ Faşîst Tirkiye”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” û “Dewleta Qatil Wê Hesab Bide” qîr kirin û dewleta Tirk protesto kirin. Çalakî bi tîlîlî û dirûşman bi dawî bû.