Qetilkirina jinan li Nisêbînê hate şermezarkirin
Aktîvîstên KJA’yê yên herÊma Mêrdînê li Nisêbînê li hev kom bûn û bi meşekê êrîşên dewletê yên li hember jinan şermezar kirin.
Aktîvîstên KJA’yê yên herÊma Mêrdînê li Nisêbînê li hev kom bûn û bi meşekê êrîşên dewletê yên li hember jinan şermezar kirin.
Aktîvîstên KJA’yê yên herÊma Mêrdînê li Nisêbînê li hev kom bûn û bi meşekê êrîşên dewletê yên li hember jinan şermezar kirin.
KJA’yî li ber avahiya rêxistinê DBP’ê ya Nisêbînê kom bûn û heta Seyrangeha Aşîtiyê ya li navenda Sûkê meş lidar xistin. Di meşê de parlementera HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek endamên KJA’yê amade bûn. Di meşê de jinan pankarta “Qatilê jinan dewlet e” û dowîzên jinên di demên dawî de hatin qetilkirin hildan û bê navber sloganên “Jin jiyan azadî”, “Dewleta qatil wê hesab bide”, “Bijî berxwedana Nisêbînê”, “Bijî berxwedana Amedê” û “Jinên hatine qetilkirin rûmeta me ne” berz kirin.
Meş li ber Seyrangeha Aştiyê bi dawî bû û li vir daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Li ser navê KJA’yê Hevseroka DBP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglû daxuyanî xwend û işaret rapora ÎHD’ê kir û goti "Di êrîşên dawî de herî kêm 400 welatî hatine qetilkirin û ji van welatiyan jî di nav 5 mehên dawî de di encama şerê qirêj de 53 jin û 45 zarok hatine qetilkirin." Agaoglû destnîşan kir ku di qedexeyên derketina kolanan de ên li Kurdistanê jin bûne hedefa şîddetê û bi qetlîaman re rû bi rû mane û got ku bi qedexeyan re pîvanên êrîşan ên li hemberî jinan çiqaz mezin e li ber çavan e.
Piştî Agaoglû parlementer Tûba Hezer jî diyar kir ku jin bi destê dewletê tên qetilkirin û ragihandin ku ew ê wek jinên kurd ku azadiya jinê dixwazin li hember van polîtîkayên tevkujiyê yên dewletê têkoşîna xwe bilind bikin.
Piştî daxuyaniyê jinan bi lîlandin û berzkirina dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn û jin li wesayîtan siwar bûn û ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kerboranê ber bi Kerboranê ve derketin rê.