'Yek ji jinan birîndar bû û bi birîndarê hat qetilkirin'

Li Stenbolê, polîsên Tirk avêtin ser maleke li kolana 1149 a taxa Karadenîz a Gazîosmanpaşayê û du jinên şoreşger ên bi navê Şîrîn Oter û Yelîz Erbay qetil kirin.

Hat ragihandin, ku di serdegirtina li maleke li Gazîosmanpaşayê de, yek ji jinên hatin qetilkirin birîndar bû û tevî vê rewşa xwe ya birîndarî hatiye înfazkirin.

Li Stenbolê, polîsên Tirk avêtin ser maleke li kolana 1149 a taxa Karadenîz a Gazîosmanpaşayê û du jinên şoreşger ên bi navê Şîrîn Oter û Yelîz Erbay qetil kirin.

Şopên li mala înfaz lê hat kirin, rêbaza înfazkirina Dîlan Kortak anî bîra mirovan. Hat îdîakirin ku di bûyera li qatê duyemîn ê daîreya apartmanê de şer derketiye, lê belê li cama xanî bi tenê şopa du guleyan heye.

Xwediyê xanî yê li jorê apartmanê dijî diyar kir ku yek ji jinên hatin qetilkirin birîndar bû û bi birîndarî hatiye înfazkirin.