Li Troîsdorfê Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan ava bû

Li bajarê Elmanya Troîsdorfê, jinên ku bi salane bi rêbaza komîsyona jinê dixebitin Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan îlan kirin.

Li bajarê Elmanya Troîsdorfê, jinên ku bi salane bi rêbaza komîsyona jinê dixebitin Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan îlan kirin.

Kongreya damezrandinê, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. Gonul Kaya bal kişand ser girîngiya pêvajoya siyasî û meclîsên jinan û berxwedana gel a li Sûr, Amed, Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Kerboranê silav kir. Kaya bal kişand ser girîngiya xwerêveberiyê û got, "Xwerêveberî ne parçebûn e, berevajî, hevgirtina gelan e. Jinan pêşengî ji berxwedanê re kirin. Pêşengên berxwedanê dayikên leheng ên Kurd in. Divê jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn bi xurtî xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin."

Kaya bibîr xist ku tevgera jinên Kurd a li Ewropayê xwedî paşerojeke 28 salan e, berê xwe bi şêweyê komîsyonên jinan bi rêxistin dikir, bi qasî deh salan weke meclîsên jinan xwe bi rêxistin kir û bi vê yekê re sîstem hatiye rûniştandin. Kaya ragihand, ku divê meclîsên jinê ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî projeyan biafirînin.

Li dû axaftina Kaya, rêziknameya Meclîsê hat xwendin û delegeyên kongreyê dest bi nirxandinê kirin. Meclîsa jinê ya ji 25 kesan hat hilbijartin. Her wiha komîsyonên rêxistinkirin, perwerde, têkiliyên derve, zarok û civakî hatin avakirin.

Ji bo berdevkiya meclîsê jî Saray Gedîk, Ummîhan Alici Ceba û Fatma Kiliç hatin hilbiajrtin. Kongre, di şexsê Ekîn Wan de diyarî hemû jinên hatin qetilkirin, hat kirin.

...