JIN
Hemû Nûçe
-
'Dema desthilatdariya AKP'ê dema mezinbûna çanda destavêtinê ye'
Endama Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Dîcle Erzûrûm da xuyakirin, ku di dema desthilatdariya AKP'ê de çanda destavêtinê ya serdestiya mêr, derketiye asta herî bilind. -
Li Swîsreyê 3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz hat lidarxistin
Li bajarê Basel ê Swîsreyê, 3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz hat lidarxistin. Parlamentera SP a Kantonê Monîka Wîckî li festîvalê axivî û got, "Ez têkoşîna jinên Kurd nas dikim û vê berxwedanê gelekî hêja dibînim." -
Wê li Parîsê Konferansa Jineolojiyê bê lidarxistin
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, wê di 25'ê Hezîranê roja Şemiyê de, li Parîsê konferansekê li ser mijara Jineolojiyê lidar bixe. -
Ji bo Nûrcan Arslan banga tevlîbûna li rûniştina dozê hat kirin
Malbat û hevalên Nûrcan Aslan a li Kuçukçekmeye ya Stenbolê di encama şîdeta mêr de hat qetilkirin, banga tevlîbûna li rûniştina destpêkê ya dozê kirin, ku wê di 16'ê Hezîrana 2016'an de li Edliya Bakirkoyê pêk were. -
Jinên Perûyî yên bi zorê hatine sêrkirin daxwaza edaletê dikin
2074 ji jinên ji aliyê dîktator Fûjîmorî ve bi zorê hatine sêrkirin, beriya niha bi du hefteyan bi navê "Em 2074 kes û hîn bêhtir kes (Somos 2074 y Muchas Mac)" kampanyayek dan destpêkirin. -
Li Stenbol û Dersîmê qetilkirina jinan hate protestokirin
Li Stenbol û Dersîmê jinên ku daketin kolanan, qetilkirina jinan protesto kirin, banga piştgirî û mezinkirina têkoşînê kirin. -
'Em bi xurtî tevlî Festîvala Zîlan bibin'
YJK-E, FEDA, Rêxistina Sîwanî ya Jinên Êzidî û Rêveberiya Jinê ya CÎK'ê li ser 12. Festîvala Zîlan a di 18'ê Hezîranê de li bajarê Elmanya Dortmûndê were lidarxistin daxuyanî dan û banga tevlîbûneke xurt kirin. -
Li Sûrê jin li dora 'sifreya kuçeyê' gihan hev
Jinên navçeya Sûrê li dora sifreya kuçeyê li hev civiyan. Di kombÛna li kolana Mûzeyê de jinan xwarinên berê li malên xwe amade kiribûn bi xwe re anîn kolanê û sifreyeke mezin raxistin da ku fitara xwe bi hevre vekin. -
'Bedena jinê amûrek li ber destê desthilatdaran nîne'
Gerîlayên jin ên endamên Akademiya Jineolojiyê nerazîbûn nîşanî Serokomarê Tirk Erdogan dan, ku gotibû 'Jina zarokan nîne dinyayê, nîvco ye'. Gerîlayan destnîşan kirin, ku bedena jinê ne ya ji aliyê desthilatdaran ve bê bikaranîn e. -
3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz diyarî şervanên xwerêveberiyê hat kirin
Rengên cîhanê wê bi dirûşmeya "Ji Sakîneyan heta Pakîzeyan bi jina azad ber bi xweseriya demokratîk ve" di 3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz de li hev bicivin. -
Courage ji bo REPAK'ê banga piştgiriyê kir
Yekîtiya Jinê Courage ku li zêdeyî 50 bajarên Elmanyayê rêxistinbûyî ye, girtina ofîsa REPAK'ê ya li Hewlêrê şermezar kir. -
Rêxistinên jinan: Divê mafê karkirinê ya REPAK’ê bê dayîn
Li Başûrê Kurdistanê rêxistinên jinan û aktîvîstên civaka sivîl, girtina REPAK’ê û ji Hewlêrê derxistina endaman şermezar kirin. -
Li Parîsê çalakiya edaletê
Li Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin. -
KJK: Divê jin xwedî li REPAK’ê derkevin
KJK’ê girtina REPAK’ê ya ji aliyê PDK’ê şermezar kir, got: “Em van polîtîkayên antî-demokratîk ên li dijî jinê şermezar dikin. Em bang li tevahî jinan dikin ku xwedî li REPAK’ê derkevin.” -
MJÊ: Cîhan wê heta kengî şewitandina jinên Êzidî ji nedîtî ve bê?
Meclîsa Jinên Êzidî (MJÊ) der barê bêdengiya welatên Cîhanê bi taybetî çapemeniya Ewropa ya li pêşberî şewitandina 19 jinên Êzidî yên li Mûsilê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Jelpke: Girtina REPAK'ê ne ya qebûlkirinê ye
Parlamentera Parlamenta Federal a Elman û Berpirsyara Polîtîkayên Hundirîn a Koma Partiya Çep Ûlla Jelpke nerazîbûn nîşanî hikûmeta Barzanî da, ku Navenda Jinên Kurd (REPAK) girt. -
Rêxistinên jinan nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan
Gelek rêxistinên jinan ên navneteweyî nerazîbûn nîşanî girtina buroya REPAK'ê ya li Hewlêrê dan. Rêxistinên jinan, ji ber van pêkanînên li dijî hiqûqê PDK şermezar kirin. -
Mûnzûr: Em bi xurtî tevlî Festîvala Zîlan bibin
Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ji bo 12. Festîvala Jinê ya Zîlan amadekariyan dikin. Festîval wê di 18'ê Hezîranê de li bajar Elmanya Dortmûndê li Revîerpark Wîschlîngenê bê lidarxistin. -
Li Frankfûrtê jinan banga xwedîderketina li berxwedanê kirin
Li Frankfûrtê jinan çalakiyek lidar xistin û banga xwedîderketina li berxwedana Nisêbîn û gelemperiya Kurdistanê kirin. -
'Me rastiya hebûna jinê û Jineolojî gihandin hev'
Berpirsyara Weşan Giştî ya Kovara Jineolojiyê Nahîde Ermîş diyar kir, jin wê êdî pênaseyên qebûl nekin û got, "Me rastiya hebûna jinê û Jineolojî gihandin hev." -
Bi navê 'parastina malbatê' mafên jinê tên binpêkirin
Aktîfîsta KJA'yê Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş rapora "Komîsyona Hevberdanê" nirxand û diyar kir, hikûmeta AKP'ê di bin navê "parastina malbatê" de qanûnên ku mafên jinan binpê dikin, derdixîne. -
Yuksekdag: Jin hepskirinê red dikin
Yuksekdag, bertek nîşanî Erdogan ê ku heqaret li jinan kir da û got: “ Em wek jin li dijî hişmendiya Erdogan a bîatkirinê ne. Jinan ji zû ve hepskirin red kirine.” -
'Heta ji wan tê hewl didin statuya jinê tine bikin'
Endama Dîwana Edaletê ya KCK'ê Evîn Şirnex diyar kir, AKP heta jê tê hewl dide statuya jinê tine bike û di nava civakê de daxîne asta herî nizm. -
TJK-E, serdegirtina REPAK’ê şermezar kir
TJK-E, serdegirtina REPAK’ê ku danê sibehê hêzên asayîşa PDK’ê pêk anîbûn, şermezar kir. -
Biryarên 3. kongreya TJK-E
TJK-E encamên 3. kongreya xwe ya di navbera 24-27'ê Gulanê de lidar xist, eşkere kir. Di kongreya ku diyarî şehîdên xwerêveberiyê hat kirin de hin rêze biryar hatin standin.