Jinên Perûyî yên bi zorê hatine sêrkirin daxwaza edaletê dikin
2074 ji jinên ji aliyê dîktator Fûjîmorî ve bi zorê hatine sêrkirin, beriya niha bi du hefteyan bi navê "Em 2074 kes û hîn bêhtir kes (Somos 2074 y Muchas Mac)" kampanyayek dan destpêkirin.
MÛRAT KÛSEYRÎ
STOCKHOLM
yekşem, 12 pûşperê 2016, 07:06
Jin dixwazin Fûjîmorî derkeve pêşberî dadgeriyê û tazmînatê bide jinên bi zorê sêr kiriye.
Jinên ku bi vê armancê li gelek bajarên Perûs çalakî lidar xistin, name û qert ji dozgerê li ser vê mijarê disekine, şandin.
PIRANIYA WAN JINÊN JI GELÊN XWECIHÎ 300 HEZAR JIN HATIN SÊRKIRIN
Dîktatorê berê yê Perûs Alberto Fûjîmorî, hewl da bi rengekî hovane hemû mûxalefetê bêdeng bike û ji bo gelên xwecihî yên xwediyê esasî yê vê axê ne ji holê rake, dest bi binpêkirina mafên mirovan kir.
Fûjîmorî di bin navê plansaziya malbatê de bernameyeke tenduristiyê ya nîjadperest xist meriyetê. Di navbera salên 1996-2000'î de piraniya wan ji gelên xwecihî bi qasî 300 hezar jin bi zorê sêr kir. Ji ber vê sêrkirina di nava şert û mercên neyînî de hat kirin, 18 jinan jiyana xwe ji dest dan. Tevî nexweşiyên jêçûna xwînê, êşên giran û pirsgirêkên tenduristiyê, gelek nexweşî li van jinan der bûn. Beşek ji jinên hatin sêrkirin, ji aliyê malbata xwe, ji aliyê hevjînên xwe ve hatin terikandin û li derveyî civakê hatin hiştin.
2074 jinên ji van jinên hatine sêrkirin, ji sala 2000'î û vir ve dixwazin Alberto Fûjîmorî yê fermana sêrkirina bi zorê da bê darizandin, navên jinên bi zorê hatine sêrkirin bên eşkerekirin û tazmînat ji van jinan re bê dayîn. Lê belê, tevî ku 16 sal di ser re derbas bûye, dozgerê li ser vê mijarê disekine hînê doz venekiriye.
DOZGER JI BO VEKIRINA DOZÊ LI BENDA ENCAMÊN HILBIJARTINÊ MA
Jinên Perûyî yên li Swêdê dijîn, ji bo destekê bidin jinên hatine sêrkirin bi navê "Em 2074 jin û jê zêdetir" kampanyayekê dimeşînin.
Ji jinên Perûyî yên beşdarî kampanyayê bûne Gladys Aranbîar da xuyakirin ku sêrkirina jinan bi zorê, binpêkirina mafên mirovan e û anî ziman, ew dixwazin yên ev binpêkirin kirine bên darizandin.
Aranbîar got, "Ev doz li ber destê dozger Marcelîta ye. Di meha pêş de wê bi xwe biryarê bide ku dozê veke yan na. Sedemek zelal a vê yekê heye. Eger keça dîktator di hilbijartinan de bi ser biketa, wê doz bi ti awayî nehatibûya vekirin û lêpirsîn bi biryara neşopandinê biqediya. Wê Alberto Fûjîmorî yê li girtîgehê bihata berdan û hemû dosyayên binpêkirina mafên mirovan bihatina nixumandin."
'JI BO FÛJÎMORÎ BI SER NEKEVE, EM NEÇAR MAN DESTEKÊ BIDIN NAMZETÊ LÎBERAL'
Aranîbar da xuyakirin, ku ew endama Fronte Amplîo ya ku komên çep li hev kom dike ye û ji ber ku namzeta wan Veronîka Mendoza bi rêjeya ji sedî 19'an di tûra yekemîn de winda kir, ji bo keça dîktatorê berê Fûjîmorî bi ser nekeve ew neçar man e destekê bidin namzetê lîberal Pablo Kûczynskî.
Emperatrîz Machaca yek ji jinên Perûyî yên beşdarî kampanyayê bûye. Destnîşan dike ku ew dixwazin yên biryara sêrkirina bi zorê dane bên cezakirin, tazmînat ji jinan re were dayîn û dibêje, "Daxwazên jinên di nava mercên ne hîjyenîk de bi zorê hatine sêrkirin, ji nedîtî ve tên. Piraniya van jinan bi zimanê Spanyayî nizanin. Ev hatin xapandin an jî bi gefê hatin sêrkirin. Pêwîste cîhana derve xwedî li van jinan derkeve."
DI DEMA SÊRKIRINÊ DE ŞÎDET LI JINAN HAT KIRIN
Yvonna Torjek diyar kir, wê dîmenê di dema sêrkirina bi zorê de hatiye kişandin dîtiye û anî ziman, yê fermana sêrkirinê daye Fûjîmorî ye. Torjek got, "Jinên ji gelên Çermsor, Andî û Amazonî hatine sêrkirin. Yanî xwediyên rastî yên vê axê hatine sêrkirin. Di dema emeliyatê de gelek jin ji hişê xwe hat xistin û yên hişyar bûn û li dij derketin jî bûn hedefa şîdetê. Bi vî rengî pêşî li jidayikbûna zarokên ji gelên xwecihî hat girtin."
Hefteya derbasbûyî li Swêdê, lîderên partiyan û parlamenterên Ewropî jî di nav de 147 jinan daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin dîktatorê berê yê Perûs Alberto Fûjîmorî yê di navbera salên 1995-2000'î de biryara sêrkirina 300 hezar jinên Perûyî da, bê darizandin.
Ji pêşengên kampanya îmzeyan Carmen Blanco Valer da xuyakirin, ku her çend Fûjîmorî demeke dirêj e ji desthilatdariyê hatiey xistin jî, tedawiya jinên bi zorê hatine sêrkirin hînê nehatiye kirin û doz li sûcdaran nehatiye vekirin.
JINÊN KURD JI BO JINÊN LATÎN AMERÎKAYÎ ÇAVKANIYEKE MEZIN A ÎLHAMÊ YE
Valer di dewama axaftina xwe de got, "Jinên kurd ji bo jinên Latîn Amerîkayî çavkaniyeke mezin a îlhamê ne. Di mehên Çile û Sibatê yên vê salê de ez li Perû bûm. Gelek jinan ji min xwestin ez têkoşîna Rojava û jinên li Rojava ji wan re vebêjim. Bi qasî ku dizanîbûm, min ji wan re qlaê kir. Şerê jinên Rojavayî li dijî DAIŞ'ê bandoreke gelekî erênî li jinên Latîn Amerîkayî dike." Valer bang li jinên Tirkiyeyî bi taybetî li jinên Perûyî kir ku piştgiriyê bidin jinên bi zorê hatine sêrkirin.
Bi rêya vê navnîşanê dikare destek ji kampanyayê re were dayîn: