Bi navê 'parastina malbatê' mafên jinê tên binpêkirin

Aktîfîsta KJA'yê Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş rapora "Komîsyona Hevberdanê" nirxand û diyar kir, hikûmeta AKP'ê di bin navê "parastina malbatê" de qanûnên ku mafên jinan binpê dikin, derdixîne.

Parêzer Ûlaş rapora komîsyona lêkolînê ya meclîsê nirxand, ku ev komîsyon di nava raya giştî de weke "Komîsyona Hevberdanê" tê naskirin û diyar kir, eger pêşniyar bibin qanûn wê derbeke mezin li mafên jinan bê xistin.

Ûlaş da xuyakirin, ku bi van pêşniyaran mafên jinan ên di dema şîdeta di zewacê de lê tê kirin û hevberdanê tên binpêkirin. Ûlaş da zanîn, nepenîhiştina dozên li dadgehên malbatê di raporê de weke tedbîrek ji ber mahremiyetê tê nîşandan, lê belê ev yek wê di dema darizandinê de jinê bi tenê bihêle. Ûlaş bibîr xist, piraniya hevberdanê ji ber şîdeta li nava malbatê rû didin û anî ziman, bi vê yekê ve wê têkoşîna jinê li dadgehan bi tenê were hiştin, jin bê bêdengkirin.

ZAROKÊN BÛNE MEXDÛRÊ DESTAVÊTINÊ, WÊ BI JIYANA 5 SALAN A BI TECAWIZKAR RE BÊ MEHKÛMKIRIN

Parêzer Ûlaş da xuyakirin, ku zarokên bûne mexdûrê destavêtinê, tên mehkûmkirin ku 5 salan bi tecawizkar re bijîn û got, "Di dozên îstîsmarê de tê gotin 'eger bi daxwaz hatibe kirin' bila guhertineke bi vî rengî bê kirin. Lê zarokên kêm 15 salî, gelo hûn çawa dikarin qebûl bikin ku bi daxwaza zarok hatiye kirin?"

Ûlaş diyar kir, şîdeta ku zarok di nava 5 salên bi tecawizkar re bijî de bibîne, kes nikare texmîn bike û got, "Şîdeta zayendî jî di nav de, kes nizane bê ew zarok kîjan şîdetê bibîne. Mêrê ku li hemberî zaroka kêmî 15 salî îstîsmara zayendî kiriye, ne mirovekî temam e. Û di her kêliyê de dikare şîdetê zêdetir bike." Ûlaş destnîşan kir, ev rewş wê jiyana zarok ser û bin bike û zarok mehkûmî şîdetê bike.

NAVENDÊN JI BO NAVBEYNKARIYÊ

Parêzer Ûlaş, sîstema lihevkirin û navbeynkariyê ya li ser lihevnekirina li nava malbatê bi tundî rexne kir û da zanîn, çavkaniya vê lihevnekirinê bi giranî şîdet e, ne pirsgirêka danûstandinê ye. Ûlaş bibîr xist, ji bo kesên navbeynkar jî pêşniyar tê kirin ku mezûnê Fakulteya Îlahiyatê be û got, "Kesekî ji fakulteya Îlahiyatê mezûn bûye, dema hewl bide lihevkirinê pêk bîne, wê li ser bingeha olî tevbigere. Ev kes wê ji her alî ve xwe bispêre bingeha olî."

'REWŞEKE KU JIN NIKARIBE XWE JI ŞÎDETÊ RIZGAR BIKE, TÊ AFIRANDIN'

Ûlaş da xuyakirin, ku hewl tê dayîn pêşî li biryarên tedbîrê yên Dadgehên Malbatê jî were girtin û diyar kir, ji bo vê biryarê di rewşa heyî de delîl nayê xwestin, beyana jinê esas tê girtin, lê belê di pêşniyarên nû de ev dem ji bo 15 rojan tê destnîşankirin û piştre jî ji jinê delîl tê xwestin. Ûlaş ragihand, komîsyon îdîa dike ku mêr ji rewşa heyî mexdûr in û got, "Di raporê de tê gotin; bila dema tedbîrê 15 roj be. Û eger piştî 15 rojan jin nikaribe delîl, belge yan jî şahid bîne, biryara tedbîrê were rakirin...Biryara tedbîrê ev e; şîdet dewam dike. Lewma rewşeke welê tê afirandin, ku jin bi ti awayî nikaribe xwe ji nava şîdetê derxîne."

'JI BO EV RAPOR NEYÊ QEBÛLKIRIN, EM Ê TÊBIKOŞIN'

Ûlaş da xuyakirin, ev komîsyon li şûna pêşîgirtina li şîdeta li hemberî jinê, mêran diparêze û rapor bi mejiyê mêr hatiye amadekirin. Ûlaş diyar kir, eger pêşniyar bibin qanûn wê dest û milê wan bê girêdan û got, "Ji bo me pêvajoyeke gelekî zehmet destpê bike. Lewma ji bo rapor neyê qebûlkirin, di serî de jin, divê her kes dengê xwe bilind bike."

...