Jelpke: Girtina REPAK'ê ne ya qebûlkirinê ye

Parlamentera Parlamenta Federal a Elman û Berpirsyara Polîtîkayên Hundirîn a Koma Partiya Çep Ûlla Jelpke nerazîbûn nîşanî hikûmeta Barzanî da, ku Navenda Jinên Kurd (REPAK) girt.

Parlamentera Parlamenta Federal a Elman û Berpirsyara Polîtîkayên Hundirîn a Koma Partiya Çep Ûlla Jelpke nerazîbûn nîşanî hikûmeta Barzanî da, ku Navenda Jinên Kurd (REPAK) girt.

Jelpke daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Girtina Navenda Jinên Kurd ji aliyê hikûmeta Barzanî ve, ne ya qebûlkirinê ye."

Jelpke da zanîn, REPAK ji sala 2014'an û vir ve ji bo xurtkirina têkiliyên jinên Kurd ên li Rojhilata Navîn û Ewropayê dixebite û got, "Bi taybetî, piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî herêma Şengalê, li ser erwşa jinên Êzidî agahî da. REPAK ji bo rojnamevan û heyetên diçin Kurdistanê, bû navnîşaneke bingehîn."

Jelpke da xuyakirin, ji ber mejiyê baviksalariyê yê li herêma di bin kontrola PDK'ê de ye, ew bi girtina REPAK'ê matmayî nemane û diyar kir, ev yek encama rêze pêkanînên kêfî yên li dijî şexsiyet û saziyên mûxalîf e.

Jelpke destnîşan kir, helwesteke bi vî rengî ne ya qebûlkirinê ye, li pîvanên demokrasî û hiqûqê nayê û anî ziman, ev helwest di mehan demê de zemîna têkoşîneke hevpar a li dijî DAIŞ'ê ji holê radike. 

Jelpke bang li hikûmeta Kurd a Herêmî kir, ku astengiyên li pêşiya xebatên REPAK'ê ji holê rake.