3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz diyarî şervanên xwerêveberiyê hat kirin
Rengên cîhanê wê bi dirûşmeya "Ji Sakîneyan heta Pakîzeyan bi jina azad ber bi xweseriya demokratîk ve" di 3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz de li hev bicivin.
Rengên cîhanê wê bi dirûşmeya "Ji Sakîneyan heta Pakîzeyan bi jina azad ber bi xweseriya demokratîk ve" di 3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz de li hev bicivin.
Rengên cîhanê wê bi dirûşmeya "Ji Sakîneyan heta Pakîzeyan bi jina azad ber bi xweseriya demokratîk ve" di 3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz de li hev bicivin. Festîvala îsal diyarî şervanên xwerêveberiyê hat kirin. Jinên di festîvalê de li hev bicivin wê bêjin, "Ji Sakîneyan heta Pakîzeyan berxwedan wê mezin bibe."
Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz, ku her sal ji bo bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sakîne Cansiz li Swîsreyê tê lidarxistin, îsal cara sêyemîn pêk tê.
Amadekariyên festîvala ku wê di 12'ê Hezîranê roja Yekşemê de were lidarxistin, qediyan e. Festîvala îsal wê bi dirûşmeya "Ji Sakîneyan heta Pakîzeyan bi jina azad ber bi xweseriya demokratîk ve" bê lidarxistin.
Festîval wê roja Yekşemê li Claramatte Parkê ya bajarê Baselê, saet di 11:00 de bi panela bi serenavê "Xweseriya Demokratîk" destpê bike.
Di bernameya dewlemend a tevahiya rojê de wê Parlamentera berê ya Wanê û endama KJA'yê Aysel Tûglûk, endasma Kongra Star Gulbihar Mûstafa, nûnerên YPJ, TJKE, KJA, ji saziyên jinan ên navneteweyî SP Womens International û li ser navê Rober Grimme Geselschaftê wê qiseker amade bin.
Her wiha gelek însiyatîfên jinan û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo festîvalê hatine vexwendin.
Di festîvalê de, tevî çalakiyên civakî, siyasî û çandî wê hunermend Ayfer Duztaş, Ozlem Baglayan, Seranat Ezgîcan û gelek komên muzîkê derkevin ser dikê.
FESTÎVAL DIYARÎ ŞERVANÊN XWERÊVEBERIYÊ HAT KIRIN
Festîvala îsal a bi dirûşmeya "Ji Sakîneyan heta Pakîzeyan bi jina azad ber bi xweseriya demokratîk ve" tê lidarxistin, diyarî şervanên xwerêveberiyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hat kirin.
'ERKA ME HEMÛYAN E MÎRATEYA SAKÎNEYAN MEZIN BIKIN'
Di daxuyaniya li ser navê Komîteya Amadekar a Festîvalê de hat gotin, "Em bang li hemû Kurdistanî, sosyalîst, şoreşger, demokat û hemû jinan dikin, ku bi reng û nasnameyên xw tevlî festîvala ji bo bîranîna Sakîne Cansiz tê lidarxistin bibin."