TJK-E, serdegirtina REPAK’ê şermezar kir
TJK-E, serdegirtina REPAK’ê ku danê sibehê hêzên asayîşa PDK’ê pêk anîbûn, şermezar kir.
TJK-E, serdegirtina REPAK’ê ku danê sibehê hêzên asayîşa PDK’ê pêk anîbûn, şermezar kir.
TJK-E, têkîldarî serdegirtina Navenda Têkîliyên Jinên Kurd (REPAK) û girtina wê ya ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve daxuyaniyek nivîskî da, got: “Ev operasyona li ser REPAK’ê ku ev çend sal in li ber çavên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye referansek girîng a ji bo jinên Kurd li cîhanê vebin, em wek êrîşeke li ser îradeya jina Kurd dinirxînin.”
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî weşand, serdegirtina hêzên asayîşa PDK’ê şermezar kir. TJK-E, destnîşan kir ku di demên dawî de ev serdegirtinên li ser Kurdan, siyasetmedaran, aktîvîstan û bi taybet jî li ser jinan bi mane ye, got: “Em diyar dikin ku ev nîşaneya tifaqa qirêj ya polîtîkayek qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e. Ev operasyona li ser REPAK’ê ku ev çend sal in li ber çavên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye referansek girîng a ji bo jinên Kurd li cîhanê vebin, em wek êrîşeke li ser îradeya jina Kurd dinirxînin. Pir eşkere ye ku di stratejiya ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn de ji aliyê hêzên serwer ên navneteweyî ve têkoşîna azadiya jinê wek faktorek esasî ya astengiyê tê dîtin. Di 100. sala Hevpeymana Skyes-Pîcot a dixwazin nû bikin de ev nêzîkatiya ku daxwazên rewa yên jinan û gelê Kurd dikin hedef, ji bilî konsepta tesfiyeyê ne ti tiştekî din e.”
TJK-E bi bîr xist ku di demeke nêzîk de Şenge Kahraman û Rojnamevan Aysel Avesta jî hatibûn binçavkirin, diyar kir ku wê hewldanên vê hişmendiya hevkariyê û sîstema baviksalariyê ya PDK’ê li her deverê teşhîr bikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li cîhanê her ku şer mezin dibin, alî di berjewendiyên xwe de yekem rêxistinên jinan dikin hedef û wiha dewam kir: “Di vê wateyê de ev hewldana qirêj a li hember REPAK a ku li cîhanê û Rojhilata Navîn ji bo jinên Kurd bûye deng û xebatên wan, li hember têkoşîna vîna jinan hatiye lidarxistin. Divê neyê jibîrkirin ku REPAK’ê ya di dema qetlîama Şengalê û bi taybet pêvajoya Kobanê de bûye nuqteya ziyaretê ya heyetên navneteweyî, ji bo venêrîna siyasî û civakî ya li Başûrê Kurdistanê rolek mezin leîstiye.
Ev sazî ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve bi awayekî fermi hatiye naskirin û di aliyê girtinê de ti mafê hiqûqî, ti hinceta wê nîne. Di vê rewşê de ne hiqûqa herêmê ne jî ya xebatên raya giştî ya navneteweyî vê qebûl dike. Bi awayekî vekirî îxlalek e.
Ji ber vê sedemê, di serî de bang li Yekîtiya Ewropa, tevgerên jinan ên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember van kiryaran bertekên xwe nişan bidin û li hember hewldanên PDK’ê zextekê ava bikin.”