Rêxistinên jinan: Divê mafê karkirinê ya REPAK’ê bê dayîn
Li Başûrê Kurdistanê rêxistinên jinan û aktîvîstên civaka sivîl, girtina REPAK’ê û ji Hewlêrê derxistina endaman şermezar kirin.
Li Başûrê Kurdistanê rêxistinên jinan û aktîvîstên civaka sivîl, girtina REPAK’ê û ji Hewlêrê derxistina endaman şermezar kirin.
Îro Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurdistanê li salona Letîf a Pirtûkxaneya Giştî ya Silêmaniyê civînek çapmeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de daxuyaniyek hevbeş ji aliyê Rêxistinên jinan û çalakvanên civaka sivîl ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de helwesta hêzên asayîşa Hewlêrê ku bi ser ofîsa REPAK’ê de girtin, hat şermezarkirin û xwestin ku PDK demildest dest ji van helwestan berde.
‘REPAK BI MEBESTA AVAKIRINA PEYWENDIYÊN DI NAVBERA RÊXISTINÊN JINÊN KURD DE AVA BÛYE’
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Rêveberiya REPAK’ê, Roza Tatanî ve hat xwendin de wiha hat gotin: “REPAK bi awayek qanûnî ji meha Adara 2014’an ve wek rêxistinek medenî li Hewlêrê hat damezrandin. REPAK bi mebesta avakirina peywendiyên di navbera rêxistin û saziyên jinên Kurd dest bi kar û xebatên xwe kiriye. Di heman demê de bi awayekî hevbeş bi gelek rêxistin, kesayet, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafê mirovan ên cîhanê re dixebite û kariye rewşa jinên Kurd ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne.”
‘RÊXISTINA ME TÊKOŞÎNA JINÊN KURDISTANÊ JI CÎHANÊ RE RAGIHANDIYE’
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybet piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo zanîna agahiyên ji rewşa heyî, REPAK bûye navnîşaneke sereke ji bo kesên ku xwestine xwe bigihênin Kurdistanê. Di asta cîhanî de beşdarî gelek panel, semînar û konferansan bûye. Rêxistina me rewşa jinên Kurdistanê û têkoşîna wan a azadiyê, her wiha rewşa jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de jî, ji bo raya giştî ya cîhanê veguhestiye. Di heman demê de Rêxistina me di kongreya jinên cîhanê de wek endamê Koordînasyona Jinên Rojhilata Navîn cih digire.”
Her wiha di civîna çapemeniyê de, daxuyaniyek hevbeş li ser navê Rêxistinên jinan û çalakvanên medenî ve ji aliyê nivîskar Kinêr Ebdullah ve hat xwendin. Di daxuyaniya hevbeş de wiha hat gotin: “REPAK bê ku ti sedemek yasayî were nîşandan roja 5’ê Hezîranê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat desteserkirin. Endam û seroka rêxistinê hatin dersînorkirin. Ji bo wan jiyan û karkirin li Hewlêrê hat qedexekirin. Em wek rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl helwesta asayîşa PDK’ê ya li Hewlêrê şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku demildest dawî li vê helwesta ne qanûnî, ne demokratîk û ne neteweyî bîne.”
Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ku helwestên PDK’ê ti peywendiya xwe bi yasayan re nîne û binpêkirina yasayên Herêma Kurdistanê ne.
‘WELAT BI BEŞDARÎ Û TÊKOŞÎNA JINAN DEMOKRATÎK DIBE’
Di dawiya daxuyaniyê de ev hatin gotin: “Welat bi beşdarî û têkoşîna jinan demokratîk dibe. Bi vî awayî dikare ber bi çareseriya kirîzan ve gavê bavêje. Ji bo wê jî em wek rêxistinên jinan û çalakvanên medenî êrîşa li ser rêxistinek jinan û derxistina wan wek êrîşa li ser demokrasî û mafê azadiya ramanê dibînin. Em vê helwestê şermezar dikin. Daxwazê ji aliyên peywendîdar dikin ku demildest li ser mijarê daxuyaniyekê bidin û li gor yasayan tevbigerin. Divê mafê karkirina REPAK’ê ya li Hewlêrê were dayîn.”