Li Parîsê çalakiya edaletê

Li Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Li paytexta Fransa Parîsê bi daxwaza eşkerekirina qatilên ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Çalakiya ku her roja Çarşemê ji bo sê şoreşgerên jin ên Kurd ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, tê lidarxistin, vê hefteyê di pêşengtiya Komîsyona Çandê ya li Parîsê de li ber Parlamentoya Fransayê pêk hat.

Di çalakiya saet 15.00’an li ber parlamentoya Fransî bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşê destpê kir de Kurdistanî û Tamîlî amade bûn.

Di çalakiyê de têkîldarî qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd belavok hatin belavkirin, domahiya çalakiyê dirûşmeyên “Em Hemû Sakîne, Fîdan, Leyla Ne”, “Jin Jiyan Azadî”, “Qatil Tirkiye” hatin berzkirin. Çalakiya edaletê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

...